08:55 21 Nîsan 2018
    Ahmet Davutoglu

    Ji Davutoglu derheqê balafira rûsî de daxuyanî

    © Foto : AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu derheqê xistina balafira rûsî de ku gotibû ‘min fermanda' got di vir de niyetek xerab heye. Ne mumkûn e ku di wê kêliyê de ferman bê dayîn.

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu derheqê xistina balafira rûsî de ku gotibû ‘min fermanda' got di vir de niyetek xerab heye. Ne mumkûn e ku di wê kêliyê de ferman bê dayîn. Balafirên ku îxlalê bikin qaîdeyên angajmanê li dijî wan tê bikaranîn.

    Roj hene bedêlî salan in

    Ahmet Davutoglu di berdewamiya hevpeyvîna xwe ya kanala NTVyê de got: "Hinek roj hene ku bedêlî sala in. Roja 15ê Tîrmehê jî yek ji van rojan bû. Min wê şevê jî got dibe işev şeveke tarî be lê Tirkiye wê sibê bi ronahiyeke nû şiyar bibe. Wê rojê ji bo ku em tevlî du dawetan bibin li Enqereyê bûn. Paşî agahiyên derasayî ji me re hatin."

    Berat Albayrak
    © Foto : AA/ Abdülhamid Hoşbaş
    Me xwe gihande herêmeke ewle

    Davutoglu di dirêjiya axaftina xwe de got: " Me xwe gihande herêmeke ewle ku amirê parastvanê me dinasî. Me dixwest em xwe bigihînin serokomar û serokwzîr. Hetanî berê sibehê me di kanalên cûda cûda de daxuyanî dan. Di wê şeva giran de divê helwesta me hemûyan ji aliyê rast be. Hetanî berê sibehê ku wêne tam zelal bû em li ser lingan bûn. Şeveke pir zor bû û şev ji bo me şeva rûmetê bû."

     

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Almanyayê giliyê Erdogan û Davutoglu hate kirin: "Sûcê şer kirine"
    15 madeyên ku hişt Davutoglu îstîfa bike
    Davutoglu di pirtuka xwe ya nû de wê Moskovayê jî vebêje
    Berat Albayrak dev ji şopandina Davutoglu berda
    Davutoglu bi awayekî fermî îstîfa kir
    Etîketan:
    Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Xistina balafira rûsî, Ahmet Davutoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de