23:25 25 Gulan 2018
Recep Tayyip Erdogan, Devlet Bahçeli, Kemal Kiliçdaroglu û Binali Yildirim

Sedema ku Erdogan di civînê de bangî HDPê nekir eşkere bû

© Foto : AA/ Kayhan Özer
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî zanyariyên berdest ji bo ku parlamenterê HDPê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder di axaftina xwe ya parlamentoyê de gotiye ‘Birêz Ocalan' Serokomar Erdogan bangî HDPê ji bo civîna qesrê nekiriye.

Enqere — Li gorî zanyariyên berdest ji bo ku parlamenterê HDPê yê Enqereyê û Amirê Îdareya Meclisê Sirri Sureyya Onder di axaftina xwe ya parlamentoyê de gotiye ‘Birêz Ocalan', Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bangî HDPê ji bo civîna qesrê nekiriye.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di îmzekirina bangînekirina HDPê de rexne kirin ku çima HDP nehatiye vexwendin. Her wiha Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan bersiva rexneyên kiliçdaroglu da û got: "Sirri Sureyya Onder di civîna piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê de peyva ‘Birêz Ocalan' bi kar anî, her wiha em min û hem jî hikumet rexne kir lewma nehat vexwendin.

Nimêja xayînan nayê kirin

Li gorî nûçeya rojnamevana Cumhuriyetê İklim Ongelê, dicivîna qesrê de Kiliçdaroglu rexneya ‘Goristana Xayînan' kir û got: "Ev kesên ku hatine kuştin her çikas derbekar bin jî nabe ku malbatên wan werin cezakirin, lewra malbatên wan bêguneh in. Divê rakirina cenaze, şuştin û limêjkirina wan jî were kirin." Erdogan bersiva rexneyên Kiliçdaroglu dide û dibêje: "Ez tevlî biryara Saziya Diyanetê dibim, div ê babetê de hinek ayet û hedîs jî hene û nabe nimêja xayînên welat were kirin."

Bi heman mijarî:

Erdogan ji Kiliçdaroglû re got: Min nizanîbû tu dernakevî TRTê
Li gorî Der Spîegelê mijara hesas a Erdogan, sermiyanê biyanî ye
Kremlîn: "Pûtîn û Erdogan di 9ê Tebaxê de hevdîtinekê pek tînin"
Dîroka serdana Rûsyayê ya Erdogan diyar bû
Piştî hevdîtina bi Erdogan re CHPê daxuyanî da
Etîketan:
Recep Tayyip Erdogan, Kemal Kiliçdaroglu, Sirri Sureyya Onder, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de