08:09 23 Gulan 2018
    Êrîşa Qamişloyê ya Rojavayê

    Li Qamişloyê teqîna xwekujî: 35 kuştî û 150 birîndar

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragaihandin ku li bajarê Qamişloyê li taxa Xerbî bi wesayîteke bombebarkirî êrişeke xwekujî pêk hat. Li gorî çavkaniyên herêmî di teqîne de 31 kes hatin kuştin û herî kêm 100 kes jî birîndar bûn.

    18:34 DAIŞÊ NASNAMEYA XWEKUJÊ QAMIŞLOYÊ EŞKERE KIR
    DAIŞê nasnameya xwekujê teqînê eşkere kir û ragihand ku navê wî Ebû A'îşe El-Ensarî ye û di berdewama daxuyaniyê de, DAIŞê ragihand ku ev êrîşa bersiva operasyonên balafiran li ser Minbicê ne.

    18:02 TEV-DEM: HÊZÊN TARÎ DÊ TICARÎ BI SER NEKEVIN
    Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê êrîşa bombeyî ya li bajarê Qamişlo de daxuyaniyek nivîskî weşand.
    Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê diyar kir hêzên ku planên wan li Rojava têk çûne û îflas kirine, careke din bi riya çeteyên ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtine sivîl hedef girtine, lê li hemberî îradeya ji pola ya gelan wê tu carî biser nekevin.

    17:51 3 TON DERMAN JI HERÊMA KURDISTAN DIÇIN ROJAVAYÊ

    Piştî teqîna Qamişloyê, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bang kir ku parzgeha Duhokê têkeve rewşa amadebaşiyê. Herwiha Serokwezîrê herêmê Nêçîrvan Barzanî jî diyar kir ku ew amade ne her tiştê pêwîst bo Rojavayê bikin. Niha jî 3 ton derman li gel ambulansan li ber deriyê sînorî yê Pêşabûrê ne û tên amadekirin ku derbasî Rojavayê bibin.

    17:28 DÎMENÊN TEQÎNA DUYEM ÊN QAMIŞLOYÊ

    Piştî ku xwekujekî di kamyonekê de li taxa Xerbî ya Qamişloyê teqand, li wê derê tankereke teqemeniyê jî teqiya û ev jî dîmenên wê rûdanê ne.

    16:19 KCDÊ ÊRÎŞA QAMIŞLOYÊ ŞERMEZAR KIR

    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyekê komkujiya li bajarê Qamişloyê şermezar kir. KCDê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrîş bi destên hêzên navneteweyî û paşverû hatiye kirin û ev jî wekî têkçûna wan a dawî nirxand.

    16:00 NÊÇÎRVAN BARZANÎ: EM AMADE NE BI HER AWAYÎ ALÎKARIYÊ BIKIN

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyand ku hikûmeta herêmê amade ye bi her awayî alîkariya qurbaniyên teqîna Qamişloyê bike.

    Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê êrîşa terorîstî ya li bajarê Qamişloyê şermezar kir û diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye bi her awayî alîkariyê bide birîndar û malbatên qurbaniyan. 

     Barzanî ji bo malbatên qurnabiyan sersaxî xwest û daxwaza zûsaxbûna birîndaran kir û wiha dewam kir: “Terorîstan bi vê kiryara xwe ya zexel dîsa nîşandan ku dijminê sereke yê gelê Kurd û mirovahiyê ne. Lê gelê Kurd weke her car, ji bo têkbirina terorê pêşeng be.”

    15:40 SÊ ROJ ŞÎN HAT RAGIHANDIN

    Kordînasyona Giştî ya her sê Kantonên Rojava (Cizîr, Kobanê û Efrîn), piştî êrîşa ku li Qamişlo pêk hat, li Rojava 3 roj şîn ragihand.

    15:25 ASAYÎŞ: REJÎMA BAASÊ Û DAIŞ BERPIRSYAR IN

    Serokê Giştî yê Asayîşa Rojavayê Ciwan Îbrahîm daxuyaniyeke tomarkirî weşand û tê de diyar kir ku armanca ji teqînan lawazkirina operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê û têkbirina aramiya herêmên Rojavayê ne.
    Herwiha hat teqezkirin ku ew teqîn ji aliyê DAIŞê lê bi alîkariya rejîma Sûriyeyê hatiye kirin ji ber ku berjewndiyên wan gihiştine hev.

    15:02 DESTEYA TENDURISTIYÊ: 35 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA, 150 BIRÎNDAR
    Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê destnîşan kir ku di êrîşa QamişloYÊ de 35 kesên ku piraniya wan sivîl in jiyana xwe ji dest daye û zêdetirî 150 kesan jî birîndar bûne.
    Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku hîn gelek welatî di bin avahiyên ketî de hene û lêgerîn berdewam dike lewra ihtimala zêdebûna hejmara kuştiyan heye.

    14:54 ENKSÊ BANGA YEKÎTIYÊ KIR

    Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) teqîna Qamişloyê wek kiryareke “terorîstî” bi nav kir û li hemberî rêxistinên tundrew banga yekîtiyê kir.

    ​ENKSê got ku "ev kiryara DAIŞê nikare îradeya gelê Kurd têk bibe û tekez kir ku ew ê ji berê bêhtir girêdayî xaka xwe bin û berevaniyê di ber hebûna xwe ya neteweyî de bikin."

    Herwiha ENKSê bang li tevahiya hêzên siyasî kir ku rêzên xwe bikin yek û bi yek helwestê li hemberî hêzên tarî û di serî de li hemberî rêxistina DAIŞê rawestin.

    14:34 HDPÊ ÊRÎŞA QAMIŞLOYÊ ŞERMEZAR KIR

    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êrîşa xwekujî ya Qamişloyê wek kabûsekê bi nav kir ku nifşên bê dê ji bîr nekin û ragihand ku wê êrîşê şermezar dike.

    14:13 XELKÊ AMÛDÊ XWÎNÊ JI BO QAMIŞLOYÊ DIDE
    Li gorî agahiyên ku ji radyoyaya ARTA FMê hatin wergirtin, xelkê Amûdê ji bo xwînê bidin berê xwe dayebanka xwînê ya Amûdê.

    14:10 Mehmûd Osman ji hesabê xwe yê Twitterê êrîşa Qamişloyê şermezar kir û bangî hemû aliyan kir ku bibin yek ta ewlehiyê xurt bikin û DAIŞê têk bibin.

    13:55 YNKÊ ÊRÎŞA QAMIŞLOYÊ BI TUNDÎ ŞERMEZAR KIR
    Ragihandina Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî Kurdistan bi daxuyaniyeke fermî êrîşa xwekujî ya Qamişloyê şermezar kir û hevxemiya xwe ji wan re nîşan da û hêviya zûbaşiyê ji birîndaran re xwest.

    13:49 PAKÊ ÊRÎŞA QAMIŞLOYÊ ŞERMEZAR KIR
    Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)bi tundî êrîşa xwekujî ya li bajarê Qamişloyê şermezar kir û got: "bi kuştin û qetlîaman  nikarin  rê li ber azadîya Kurdistanê bigirin"

    13:27 AMERÊN DAWÎ LI GORÎ NEXWEŞXANEYAN
    Amarên dawî li gorî nexweşxaneyan: 19 kesan jiyana xwe ji dest da û 145 birîndar
    Nexweşxaneya Selam: 8 kesan jiyana xwe ji dest da, 20 birîndar

    Nexweşxaneya Dar El Şîfa: Kesekî jiyana xwe ji dest da, 3 birîndar

    Nexweşxaneya Neteweyî: 7 kesan jiyana xwe ji dest da, 70 birîndar

    Nexweşxaneya Ferman: 3 kesan jiyana xwe ji dest da, 19 birîndar

    Nexweşxaneya Rehmê: 20 birîndar

    Nexweşxaneya Nûr: 4 birîndar

    Nexweşxaneya Nafiz: 5 birîndar

    Nexweşxaneya Razî: 8  birîndar

    13:10 BANG JI BO BEXIŞANDINA XWÎNÊ
    Nexweşxane bangî welatiyan dikin ta ku biçin nexweşxaneyan û xwînê ji bo birîndaran bidin.

    12:50 ASAYÎŞA ROJAVAYÊ DAXUYANÎ DA: HÎN GELEK KES DI BIN KAVILÊN AVAHIYAN DE NE
    Asayîşê ji rûpela xwe ya fermî ya Facebookê de daxuyaniyek derbarê bûyerê de weşand û tê ragihand ku bûyer saet 09:23an li taxa Xerbî bi kamyoneke bombebarkirî pêk hat û ermanca êrîşê xelkê sivîl bû.
    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek jî birîndar in. Herwiha gelek kes di bin avahiyên wêrankirî de ne.

    12:40 XALO: HERÎ KÊM 52 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAYE
    Hevserokê Qanûnsaziya Kantona Cizîrê Hakem Xalo ragihand ku gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek birîndar bûne.

    Xalo diyar kir ku teqîn saet 09:30 pêk hat û di encamê de 52 kesan ku hinek rayedarên PYDê jî di nav de jiyana xwe ji dest da û nêzîkî 170 kesî jî birîndar bû.

    12:35 GELEK KES WENDA NE
    Radyoya ARTA FMê ragihand ku hejmara kesên li nexweşxaneya Ferman jiyana xwe ji dest daye gihişt sisiyan û hîn gelek kes di bin kavilên avahiyên wêrankirî de ne û niha hewl didin ku wan derxînin.

    12:27 AMARÊN DAWÎ YÊN NEXWEŞXANEYAN
    Li gorî agahiyên ku ji nexweşxaneyên Qamişloyê hatine bidestxistin, amar wiha ne:
    Nexweşxaneya Ferman: 2 kesan jiyana xwe ji dest da, 16 birîndar

    Nexweşxaneya Selam : 7 kesan jiyana xwe ji dest da, 16 birîndar

    Nexweşxaneya Nûr: 1 birîndar

    Nexweşxaneya Emel: 1 birîndar

    Nexweşxaneya Şîfa: 1 kesî jiyana xwe ji dest da, 4 birîndar

    Nexweşxaneya Nefes: 3 birîndar

    12:20 SARIYILIDIZ: EW Ê NIKARIBIN AGIRÊ ŞOREŞA ROJAVAYÊ VEMIRÎNIN
    Parlementerê HDPê Faysal Sariyildiz ji hesabê xwe yê twitterê peyamek weşand û tê de wiha got: "Ew ê nikaribin agirê şoreşa Rojavayê  ya ku ji zeviyan pîzota wê ya peş vêket û li tevahiya Rojavayê belav bû, vemirînin"

    12:12 DAIŞÊ 2 TON TEQEMENÎ BI KAR ANIYE
    Li gorî agahiyên hatine bidestixistin, DAIŞê 2 ton teqemenî di kamyonekê de bi cih kirine û pez jî xistiye kampyonê ta ku teqemeniyan veşêre. Herwiha bergiriyên ewlehiyê hatin zêdekirin ji ber ihtimala êrîşên din.

    12:02 HERÊMA KURDISTANÊ: ME AMBULANS Û TÎMÊN TENDURISTIYÊ ŞANDINE

    Berdevkê Saziyên Tenduristiyê yên herêma Kurdistanê Hemze Rezikî ragihand ku gelek ambulans û tîmên tenduristiyê şandine ser sînorên Rojavayê û eger bê xwestin, ew ê destwerdanê di birîndaran de bikin.

    11:54 KENAN BEREKAT: BÊTIRÎ 50 ŞEHÎDÎ Û GELEK BIRÎNDAR HENE
    Hevserokê Konseya Karên Derve yê Kantona Cizîrê Kenan Berekat ragihand ku zêdetirî 50 kesî jiyana xwe ji dest daye û gelek birîndar hene.

    11:47 BARZANÎ PEYAMEK JI BO TEQÎNÊ DA
    Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxuyaniyek weşand û tê de hevxemiya xwe bi qurbaniyên êrîşê re ragihand û teqîn şermezar kir. Herwiha Barzanî b<angî saziyên tenduristiyê yên Duhokê kir ku têkevin rewşa amdebaşiyê ta ku pêşwaziyê li birîndaran bikin.

    11:44 NEXWEŞXANEYA NETEWEYÎ: 7 ŞEHÎD Û 70 BIRÎNDAR
    Nexweşxaneya Neteweyî ya Qamişloyê ragihand ku heta niha heft kesan jiyana xwe ji dest daye û 70 kes jî birîndar bûne.

    11:41 LI NISÊBÎNÊ JÎ DU KES BIRÎNDAR BÛN
    Li gorî agahiyan, ji ber hêza teqîna Qamişloyê du kes li bajarê Nisêbînê jî birîndar bûne.

    Hat ragaihandin ku li bajarê Qamişloyê li taxa Xerbî bi wesayîteke bombebarkirî êrişeke xwekujî pêk hat. Li gorî çavkaniyên herêmî di teqîne de 31 kes hatin kuştin û herî kêm 100 kes jî birîndar bûn. Her wiha li gorî hin çavkaniyên herêmî hejmara birîndaran ji 100 kesî zêdetir in. li gorî nûçeya Rûdawê berpirsyariya teqîna Qamişloyê rêxistina terorîst a DAIŞê girtiye ser xwe.

    Li gorî nûçegihanê K24ê di teqînên bajarê Qamişlo ya taxa Xerbî de herî kêm 20 kes birîndar bûne û piştî teqînê di navbera hêzên çekdar de şer û pêvçûn derketiye.

    Teqîna Qamişloyê
    © Foto : Rûdaw
    Teqîna Qamişloyê

    Ji aliyê din ve li gorî ajansa ANHAyê teqîn li taxa Xerbî li dijî Mizgefta Qasimo pek hat û di teqînê de kuştî û birîndar hene.

    Teqîna Qamişloyê
    © Foto : Rûdaw
    Teqîna Qamişloyê

    Wekî din li gorî agahiyên malpera Rûdawê, teqîna li ser cadeya sereke ya bajêr li ber avahiya Mala Gel pêk hatiye û beriya teqînê balafirên şerî li asîmanê bajêr geriyane û her wiha di nava kuştiyên teqînê de jin, zarok û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî hene.

    Bi heman mijarî:

    Destûra Rojava hat ragihandin: Qamişlo dibe paytext!
    Artêşa Tirk êrişî Qamişlo kir: 7 kes birîndar bûn
    Asayişa Rojava: ‘Hizbullaha Libnanê li Qamişlo şerê me kir'
    Qamişlo 29 cangoriyên xwe dispêre axê
    Bîlançoya şerê Qamişlo diyar bû
    Etîketan:
    Li taxa Xerbî ya Qamişloyê teqîn, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Qamişlo, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de