00:52 18 Çile 2018
Zindî
    YPG

    Di şer û pevçûnên Minbicê de 25 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

    © AFP 2018/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di şer û pevçûnên bajarê Minbicê yen navbera şervanên kurd û endamên rêxistina DAIŞê de herî kêm 25 terorîst hatin kuştin.

    Minbic — Rêxistina terorîst a DAIŞê duhî şeve din êrişî gundê Îlan ê dikeve rojavayê bajarê Mibicê kir. Li ser bersiv dayîna şervanên kurd li herêmê şer û pevçûn derket. Di şer û pevçûnê de 12 terorîst hatin kuştin û wesayîteke terorîstan a bi çeka doşka barkirî tevî 2 navendên rêxistinê hatin rûxandin. Li eniya başûr a gundê Îlan jî êrişa terorîstan hat şikandin û li derdora gund pevçûn dijwar qewimîn.

    Li navenda bajarê Minbicê li taxa Keclî jî di navbera şervanên kurd û rêxistina DAIŞê de şer qewimî û di wî şerî de jî heta niha 13 terorîst hatin kuştin.

    Li gorî zanyariyên berdest û çavakaniyên herêmî şervanên kurd li hemû bereyên şer ber bi navenda bajarê Minbicê ve diçin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    200 malbatên din li Li Minbicê hatin rizgarkirin
    Di şerê Minbicê de 13 terorîst hatin kuştin
    60 sivîlên din li Minbicê hatin rizgarkirin
    Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji bo parastina sivîlan hewldaneke din dike
    DAIŞê li Minbicê bi dehan sivîl kuşt!
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Operasyona rizgarkirina Minbicê, Minbic, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de