08:09 24 Îlon 2017
Zindî
    Muqteda Sedr

    Mukteda Sadr hişyarî da Brîtanyayê

    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Serokê Şîeyan ya li Iraqê Mukteda El Sadr, ragihand ku şandina leşkerên Brîtanyayê ya Iraqê wek dagirkerî dê bibinin.

    Navenda Nûçeyan — Sadr, li ser pirsekî daxuyaniya nivîskî da. Brîtanya ji bo operasyona rizgar kirina bajarê Mûsilê dê leşker bişîne. Navborî destnîşan kir ku vê yekê wek dagirkerî bibinin û li gorî vê muamele bikin.

    Wezîrê Parastina Brîtanyayê Michael Fallon eşkere kiribû ku ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ hejmara leşkerên xwe yên li Iraqê derxistine 500an.

    Mukteda Sadr beriya niha jî daxuyanî dabû û gotibû: ‘Amerîka ji bo hêza xwe ya li Iraqê zêde bike hevalbendê xwe Brîtanya bikar tîne. Em mudexaleya Amerîka ango hêzek din ya li Iraqê red dikin û vê yekê wek dagirkerî dibinin.

    Wezîrê Parastinê ya Amerîkayê Ashton Carter di serdena xwe ya Bexdayê de diyar kiribû ku operasyona ji bo rizgar kirina Mûsilê dê 560 leşker bişînin Iraqê. Carter, ragihand ku ev hêza nû li Baregeha Hewayî ya Leşkerî Kayyarayê ku girêdayê Mûsilêye alîkariya lojîstîk bike.

    Bi heman mijarî:

    Sadr: Di meha remezanê de em çalakiyan lidar naxin
    Brîtanya : DAIŞ aştiya remezanê binpê kir
    Brîtanya: Dê ji bo veqetandinê referandûma duyemîn neyê kirin
    Brîtanya di kuştina Litvinenko de rastî ‘şopa' Pûtîn hat
    Etîketan:
    hişyarî, DAIŞ, rizgarkirin, mûsil, operasyon, şandin, leşker, Muqteda Sedr, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de