11:48 21 Îlon 2017
Zindî
    Mitînga CHPê ya li meydana Taksîmê

    Li Taksîmê Mitînga Komarî û Demokrasiyê

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Mitînga Komarî û Demokrasiyê ya li Taksîmê ku bi banga Partiya Gel a Komarî (CHP) hatibû kirin, amadehiyên wê didomin.

    Stenbol — Her çar aliyê meydana Taksîme bi bariyerên hasin hat girtin, meydan xistin nava kordoneke ewlehî û li mêrdewanê Parka Geziyê ji bo mitîngê platform hat avakirin. Polêsan xelkên meydanê ji bo ewlehiyê ji nava kordone deranîn û paşî bi kontrol û lêgerîn xistin meydanê.

    Ji aliyê din ve li derdora avahiyên meydana Taksîmê panqartên ‘Ji derbeyan re na', Em Xwedîtiyê li Komar û Demokrasiyê dikin', hatin daleqandin. Li ser avahiya Navenda Çanda Ataturkê (AKM) alayeke mezin a Tirkiyeyê hat daleqandin û li ser ‘Serwerî a Gel e' hat nivîsandin.

    Her wiha li meydana Taksîmê bi awayê ku ji her alî ve were xuyakirin alaya Tirkiyeyê, posterên Ataturk û panqarteke ‘Ciwan li hemberî derbe û dîktatoran li ser linga ne' hat daleqandin.

    Di vê navberê de ji xeyrî meydana Taksîmê hemû kargeh, resturandên li ser rêya İstîklalê, otel û avahiyên bilind bi alaya Tirkiyeyê hatin xemilandin.

    Bi heman mijarî:

    CHP: Em ê bi hemû wekîlên xwe li qada Taksîmê bin
    CHP li Taksîmê mîtinga ‘Demokrasî û Komarê' li dar dixe
    AKP, MHP û CHPê belavokeke hevpar weşand
    Geverî: ‘CHP piştgiriyê neke jî em ê bi tena serê xwe herin Dadgeha Destûrî'
    Baluken: CHP bûye hepvara hemû tawanên şerî
    Etîketan:
    Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Mitînga CHPê ya li meydana Taksîmê, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de