08:42 23 Îlon 2017
Zindî
    Bajarê Helebê

    Di şer û pevçûnên li Helebê de 18 welatiyên sivîl bûne qurbanî

    © AFP 2017/ ZEİN-AL-RİFAİ
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Şer û pevçûnên bajarê Helebê ya di navbera Artêşa Sûriyayê û komên muxalîf de dewam dike. Hate ragihandin ku di şerê dawî de 5 ji wan jin 18 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

    Heleb — Şerê li Rojavayê Helebê ya di navbera Artêşa Sûriyayê û komên muxalîf de ev demek dirêje ku dewam dike. Bi taybetî jî bi çekên giran şer dewam dike.

    Artêşa Sûriyayê ji bo riya Kasteloyê ku ji komên muxalîf re alîkariya lojîstîk tê kirin bibire şer li vir girantir bûye.

    Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin bidestxistin komên muxalîf bi 30 hewanan êrişî herêma di bin kontrola Artêşa Sûriyayê de ye kirine û di encamê de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest daye.

    Ji aliye din ve balafirên şer ên Sûriyayê jî êrişî herêmên ku di bin qontrola muxalîfan deye kirine û di encamê de 2 ji wan jin 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.

    Balafiran ji aliyê din ve êrişî rojavayê bajêr bombardûman kirine li vir jî 3 ji wan jin 6 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

    Bi heman mijarî:

    HELEB - Artêşa Sûriyeyê û Terorîstan şer kir: 5 welatî hatin kuştin!
    HELEB - Artêşa Sûriyeyê û terorîstan şer kir: 22 welatiyên sivîl hatin kuştin
    "Kurd ditirsin ku Heleb bibe navenda El Qaidê yê"
    Esad: Heleb Stalingrada me ye
    Heleb - Artêşa Tirkiyeyê êriş kir!
    Etîketan:
    kontrol, herêm, qurbanî, muxalîf, pevçûn, şer, sivîl, Artêşa Sûriye, Sûriya, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de