17:46 23 Îlon 2017
Zindî
    Ji Fetullah Gulen nifirên nû

    Mala ku Gulen lê hatiye dinyayê dê bibe daşir

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Pêşkêşvanê kanala Beyaz TVyê Latif Şimşek îdia kir ku mala Fethullah Gulen a Erziromê ku lê hatibû dinyayê dê bibe daşira giştî.

    Navenda Nûçeyan — Pêşkêşvanê kanala Beyaz TVyê Latif Şimşek di hisabê xwe yê Twitterê de îdia kir ku wî bi Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê Mehmet Sekman re axiviye û Sekman gotiye: "Heke ev ji hêla hiqûqî ve gengaz be em ê bikin."

    Li gorî nûçeya Dikenê, piştî ku Latif Şimşek ev agahî di hisabê xwe yê Twitterê de par ve kir bi rojnameya Beyazê re axivî û got: "Min ev hewldan ji hevalekî xwe bihîst. Hevalekî erziromî bi telefonê li min geriya û got ‘Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê dê mala Fethullah Gulen a li gundê Korucuka Hasankaleyê dê bike daşira giştî' pêşî mimn got qey henekan dike."

    Latif Şimşek di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî vê agahiyê ez li Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê Mehmet Sekman geriyam, Sekman jî got ‘ji gel daxwazeke wiha heye û em e vê daxwaza gel bi cih bînin, ez bawerim dê gundî jî li hemberî vê daxwazê dernekevin."

    Bi heman mijarî:

    Biraziyê Gulen jî hat desteser kirin
    Hewldan mala ku Gulen jidayîk bûye bişawitînin
    Wezîrên Dadê û Karên Navxweyî ji bo îade kirina Gulen diçin Amerîkayê
    Bozdag: Hewldana derbeyê bi fermana Fethûllah Gulen çêbû
    Gulen: Haya min jê tine bê kî li dû derbeyê ye
    Etîketan:
    Mala Fethullah Gulen dibe daşira giştî, Pêşkêşvanê kanala Beyaz TVyê, Latif Şimşek, Fethullah Gulen, Erzirom, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de