09:49 21 Îlon 2017
Zindî
    DAIŞ

    Di operasyonên dawî yên Minbicê de 37 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 37 0 0

    Şervanên YPG, HSD û Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişa rêxistina DAIŞê şikandin û 37 terorîst kuştin.

    Minbic- Li gorî zanyariyên berdest terorîstên DAIŞê şevê din saet derdora 23.00an bi armanca ku dorpêça şervanan Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li wan ferz kirine, bişkînin, ji sê aliyan ve êrîşî noqteyên şervanan kirin.

    Êrîşa yekemîn li dijî gundê Oseclî yê ku li başûr-rojavayê bajar dikeve, pêk hat. Li vir şervanan bersiv dan êrîşa terorîstan û pevçûn rû dan. Pevçûnên ku rû dan, heta saetê berê sibehê dom kirin. Di encamê de, 24 çete hatin kuştin, 7 keleşkof û 4 rextên leşkerî û her wiha gelek cebilxane, hatin desteserkirin û êrîşa terorîstan hat şikandin. Cenazeyê 14 terorîstan kete destê şervanan.

    Êrîşa duyemîn jî li dijî gundê Zonxil ê ku li bakur-rojavayê bajar dikeve pêk hat û li vir jî şervanan bersiv dan û pevçûn derketin. Pevçûnên li vir jî heta saetê sibehê dom kirin û di encamê de 13 terorîstên êrîşkar hatin kuştin û êrîş hat têkbirin.

    Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê îro di saetê sibehê de, Taxa El-Benawî ya Minbicê ji terorîstan rizgar kirin. Şervanan ji hemû aliyan ve ber bi navenda bajar ve diçin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Tenê ji sedî 20 ê Minbicê di destê terorîstan de maye
    Fermandarê Minbicê: "Me muhlet da çeteyan lê wan êrîş kir"
    Li Minbicê 26 terorîst hatin kuştin
    Terorîst cilên jinan lixwe dikin û ji Minbicê direvin
    Li Minbicê 123 sivîl hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD), Minbic, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de