21:52 25 Îlon 2017
Zindî
    derbeya leşkerî

    Lijneya Kordînasyona Rewşa Awarte hat avakirin

    © REUTERS/ KEMAL ASLAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê ji bo pêk anîna peywirên mewzûatê ya Rewşa Awarte, Lijneya Kordînasyonê hat avakirin.

    Navenda Nûçeyan - Giştînameya Serokwezîrtiyê ya Rewşa Awarte bi hejmara 2016/17 di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Di giştînameya ku bi îmzeya Serokwezîr Binali Yildirim de hat gotin ku di 15ê Tîrmehê de derbekaran xwestin li hemberî Destûrî Bingehîn, demokrasî, xwestin maf û azadiyan ji holê rakin li hemberî dewlet û gel hewldana derbeya leşkeri kirin.

    Di berdewamiya giştînameyê de hat gotin ku hewldana derbeya leşkerî bi berxwedana gel têk çû û yên ku ev derbe plan kirin û piştgirî dane di wijdanê gel de mehkum bûn û li hemberî vê tora nîfaq û terorîzmê ku werin paqij û derdestkirin, bi bawerî û bi hemû rêxistinên dewletê tekoşîn didome, ev ji bo pergal û ewlehiya gelemperî pir girîng e.,

    Di dirêjiya Giştînameya Serokwezîrtiyê de hat ragihandin ku di vê çarçoveyê de li gorî Destûra Bingehîn a 120 bi dîroka 25ê Cotmeha 1983an a xala 3yemîn benda b û li gorî biryara Lijneya Wezîran 2016/9064 a 20ê Tîrmeha 2016an ji 21ê Tîmeha 2016an saet 01.00an pê ve 90 rojî Rewşa Awarte hatiye ragihandin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya bertek da helwesta NATOyê ya li hember hewldana derbeya leşkerî
    Rojnamevanê îtalî: Li Tirkiyeyê derbeya 'rastîn' niha tê jiyîn
    Zanyarê siyasetê yê almanî Liedtke: Hewldana derbeya leşkeri senaryo ye
    The Independent: Tirsa derbeya duyemîn ya Erdogan wê bibe sedema têkçûna artêş û Tirkiyeyê
    Piştî hewldana derbeya leşkerî operasyona hewayî ya yekemîn
    Etîketan:
    İlana Rewşa Awarte, Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de