08:47 23 Îlon 2017
Zindî
    bînalî yildirim

    Yildirim: "Pîlotên ku balafira rûsî xistibûn jî hatine binçavkirin"

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim derheqê hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê di A Haberê de tiştên girîng gotin û ragihand pîlotên ku balafira rûsî Su-24 xistibûn jî niha di bin çavan de ne.

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim derheqê hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê di A Haberê de tiştên girîng gotin û ragihand pîlotên ku balafira rûsî Su-24 xistibûn jî niha di bin çavan de ne, bilançoya dawî par ve kir û got: "Heta niha hejmara kesên ku hatine binçavkirin 13 hezar û 2 kes in, ji van hezar û 329 jê polês in, 8 hezar û 831 jê leşker in, 2 hezar û 100 je dadger û dozger û 689 kes jê jî sivîl in.

    Di rêya Enqere de tankan xwest rêya me bigire

    Ji axaftinên Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim xalên ku derketine pêş ev in: "Di rêya Enqereyê de tankan xwest rêya me bibire. Ev gel dê tucarî van qatilan efû neke, ne qible û ne jî pîroziyên wan hene, ev terorîstin lê terorîstên nexweş in. Em ê Şuraya Leşkerî ya Bilind li serokwezîrtiyê çêbikin, ev ê di dîrokê de bibe yekemîn. Dibe dibistanên leşkerî werin girtin, ev ne li derveyê îhtîmalan e û em ê tedwîran zêde bikin."

    Wê Alaya Mûhafiz a Serokomariyê rabe

    Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de got: "MÎTê çima agahî neda ez jî li bersiva wê diğerim. Yekîneyên leşkerî wê derkevin derveyê bajaran û di demeke nêz de Fermandariya Cendirmeyan dê bi Wezareta Navxweyî ve were girêdan. Derbekaran xwest Hulusi Akar û Fethullah Gulen bi hev re bidin axaftin, Akar ev di îfadeya xwe de eşkere kir. Êdî wê Alaya Mûhafiza Serokomariyê tunebe hewceyî pê nemaye. Pîlotên ku li sînorê Sûriyeyê balafira Su-24 a rûsî xistibûn jî hatine binçavkirin."

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîr Yildirim: Antena ku TURKSATê sembolîze dike, ji xwe re kirin hedef
    Yildirim: "Xwe ji pişta van terorîstên ku bombeyan bi ser gel de dibarînin bidin alî"
    Serokwezîr Yildirim bi Serokê MHPê Baxçelî daxuyaniya hevpar da
    Yildirim: Hey xayinên FETOyî, qey we em çi dihesibandin?
    Ji Yildirim û Kiliçdaroglu daxuyaniya hevpar
    Etîketan:
    Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de