17:36 26 Îlon 2017
Zindî
    Meclisa Leşkerî ya Minbicê

    Tenê ji sedî 20 ê Minbicê di destê terorîstan de maye

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1910

    Niha şerekî dijwar li Minbicê diqewime, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî dibêjin, tenê ji sedî 20 xaka bajêr di deste rêxistina terorîst a DAIŞê de maye.

    Minbic - Maweyê ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk dabû rêxistina terorîst a DAIŞê bi dawî hat. HSDê ji DAIŞê xwestibû ji nav Minbicê derkeve, lê heta niha jî DAIŞ bersiv nedaye. Şervanên HSDê dibêjin, tenê ji sedî 20 di destê DAIŞê de maye û ew li çargoşeya emnî dorpêçkirî ne.

    Li gor dîmenên nû, beşekî zêde ji wî bajarî wêran bûye û termên terorîstên DAIŞê di nav kolanan de mane. Yek ji şervanên kurd got: "Di derbarê rewşa Minbicê de, tenê ji sedî 15-20 maye ku em bi temamî kontrol bikin. Gelek kuştiyên DAIŞê hene. Em ê heta 2-3 rojan terorê rizgar bibin."

    Şervanekî din jî wiha dibêje: "Bajarê Minbicê ji hemû aliyan ve dorpêçkirî ye. Bi tenê çargoşeya emnî di destê DAIŞê de maye." Di encama şerê Minbicê de, piraniya xelkê wî bajarî koçber bûne û gelek ji wan ji ber mayinên çandî yên DAIŞê jiyana xwe ji dest dan, koçberên Minbicî hêvî dikin ku operasyon bi dawî werin û ew vegerin bajarê xwe.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Minbicê: "Me muhlet da çeteyan lê wan êrîş kir"
    Li Minbicê 26 terorîst hatin kuştin
    Terorîst cilên jinan lixwe dikin û ji Minbicê direvin
    Li Minbicê 123 sivîl hatin rizgarkirin
    Şervanekî amerîkî li Minbicê jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, HSD, YPG, Operasyona rizgarkirina Minbicê, Minbic, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de