14:34 19 Îlon 2017
Zindî
    polês-êriş

    Li Dêrsimê li dijî polêsan êriş: 1 Kuştî û 2 birîndar

    © Foto: politikyol.com
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Li navenda bajarê Dêrsimê li dijî xala pişkinînê ya polîsan êrişa çekdarî pêk hat. Di encama êrişê de polîsek canê xwe ji dest da, 2 polês jî birîndar bûn.

    Dêrsim — Hat ragihandin duh derdora saeta 23:25ê li ser rêya Dêrsim-Pilûrê li taxa Alî Baba ya navenda bajar li dijî xala pişkinînê ya hêzên asayîşa Tirkiyê êrişa çekdarî pêk hat. Di encama êrişê de polîsek canê xwe ji dest da û 2 polês jî giran birîndar bûn.

    Ji destpêka êrişê zêdetirî 15 deqeyan dengê çekan û bombeyan ranewestiya. Heta 01.30 şevê jî cî bi cî dengê çekan ji nav bajêr deng veda.

    Piştî êrişê polîs û cendirmeyan li navenda bajêr operasyon dan destpêkirin. Hêzên asayîşa Tirkiyê daxwaz ji welatiyan kirin ku her kes vekişin malên xwe û îşev dernekevin derve.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Erxenîyê şer: 3 polês hatin kuştin û 2 jî birîndar!
    'Li Trabzonê 11 polês hatin kuştin'
    Di merasîma cenaze de gengeşiya polês û ulkucuyan
    Li otogara Rihayê pevçûn: 3 polês hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
    Polês li navçeya Bagcilara Stenbolê kete alarmê
    Etîketan:
    Di êrişa çekdarÎ de polêsek hat kuştin û 2 birîndar bûn, Li dijî polêsan êriş, Dêrsim, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de