20:00 23 Gulan 2018
    hdp

    Li hemberî HDPyiyan hişyariya hewldana sûîkastê hate dayin

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Midûriyeta Giştî ya Emniyeta Tirkiyê bi nivîseke derbarê hewldana êrîşa li ser HDPyiyan hişyarî da polîsan.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya nûçegîhana rojnameya Cumhuriyetê Zehra Ozdilekê Midûriyeta Giştî ya Emniyeta Tirkiyê di 18ê Tîrmeha 2016ê de midûriyetên emniyeta 81 bajan re nivîsek ‘weşartî' şandiye. Di vê nivîsê de tê gotin: "Tê plankirin ku hin kesên bi ser cemaetê ve girêdayî bi navgînên hewayî yên leşkerî ve êrîşê bibin ser Girtîgeha Îmraliyê ya ku Abdullah Ocalan tê de ye û hilweşînin."

    Rojname dibêje ku hişyarî ji bo hewldanên êrîşê li hemberî parlamenterên HDPê û rêvebirên wê tê dayin. Li gorî nûçeya Cumhuriyetê ev agahî tên dayin: "Heke ku li hemberî parlamenterên HDPê û rêvebirên wê êrîşek pêk bê ‘dibe ku welatiyên li hemberî derbeyê derketine kolanan û kesên nêzîkî PKK/KCKê werin beramberî hev' û ev jî bibe sedema derketina rewşa kaosê.

    Hatibû îdiakirin ku hin derbekaran xwestine derbasî Girava Îmraliyê bibin û Abdullah Ocalan birevînin. Dîsa hatibû gotin ku şeva hewldana derbeyê çêbû hişyariya ewlekariyê hatibû dayin.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo Ocalan biryara ‘Rewşa Awarte'
    Wezîrê Dadê Bozdag derbarê rewşa Ocalan de daxuyanî da
    Ji bo Ocalan nameyeke gefxwarinê hatiye şandin
    Daxwaza parêzerên Ocalan careke din hat redkirin
    Parêzerên Ocalan bi ‘daxwaza tedbîrê' serî li Dadgeha Bilind dan
    Etîketan:
    plana sûîkastê, hewldana derbeya leşkerî, Midûriyeta Giştî ya Emniyeta Tirkiyê, Rojnameya Cumhuriyetê, KCK, PKK, HDP, Abdullah Ocalan, Zehra Ozdilek, Girava Îmraliyê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de