10:23 18 Hezîran 2018
êriş pevçûn şer

Rêxistina TŞYG: Li Pilûrê leşkerek hate kuştin

© Foto : AFP
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Rêxistina Tevgera Şoreşa Yekgirtî a Gelan (TŞYG) ku bi PKKê re yekîtî avakir ragihand ku li dijî qereqola Cevîzlîdereyê çalakî pêk anîtine û di encamê de jî leşkerek jiyana xwe ji dest daye.

Dêrsîm — TŞYGê daxuyand ku di 18ê Tîrmehê de li navçeya Pilûrê ya Dêrsimê li dijî qereqolê çalakî pêk anîtine û di encamê de jî leşkerek tirk jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha rêxistinê îdia kir ku riya Pilûrê — Dêrsimê ji 15ê Tîrmehê vir ve di bin kontrola wan deye.

Di meha Adara 2016an de MLKP, DK, TKP/ML, DKP, MKP, TKEP/L, TİKB, THKP-C/MLSPB 8 rêxistinên çepgir û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li hemberî hikûmeta Tirkiyayê Rêxistina Tevgera Şoreşa Yekgirtî a Gelan (TŞYG) ava kiribûn.

Çalakiya herî dawiyê ya vê rêxistinê li bajarê Trabzonê pêk anîtibû û di encamê de 3 polês jiyana xwe ji dest dabûn, 2 jî birîndar bibûn.

Bi heman mijarî:

Li Şirnexê şer: 5 PKKyiyan jiyana xwe ji dest da
Li Farqînê operasyon berdewam dike: 2 cenaze şandin nexweşxaneyê
Li Stenbolê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê operasyon
Li navçeya Seravê ya Wanê operasyon: 8 binçavkirin
Li Sêrtê operasyon: Leşkerek tirk hate kuştin
Etîketan:
, kontrol, qereqol, mirî, polês, çalakî, leşker, Tirkiya, Dêrsim
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de