19:16 23 Hezîran 2018
Grava Îmraliyê

Ji bo Ocalan biryara ‘Rewşa Awarte'

© AP Photo / Arşiv
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Yekemîn Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê derbarê Ocalan de biryar girt ku 3 mehan nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Biryar ji bo girtiyên din jî derbas dibe ku li Îmraliyê dimînin.

Abdullah Ocalan
© Foto : Yeni Özgür Politika
Navenda Nûçeyan — Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkere kir ku wan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Dozgeriya Komarî ya Bûrsayê dane. Li hemberî vê serîlêdanê, Yekemîn Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê bi hinceta biryara ragihandina Rewşa Awarte ji bo 3 mehan biryara qedexeya hevdîtinê ji bo Ocalan ragihand.

Dadgeriya Bûrsayê di biryara xwe de dibêje ku "Di vê qonaxê de hatiye nirxandin ku dikare bi dayina fermanên ji bo rêxistinê, dikare welatê me têxe tengasiyê". Di çarçoveya vê biryarê de Ocalan wê nikaribe heta 3 mehan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtina pêk bîne. Dîsa bi rêya telefonê nikare li kesî bigere û nameyan jî binivîsîne û nameyên ji wî re tên nikare bistîne.

Parêzerên Ocalan diyar dikin ku biryara Dadgeriyê daye ne ji bo kesên ku ceza li wan hatibe birîn e. Tenê ji bo girtiyên ku cezayên wan nediyar û dadgehkirina wan berdewam dike tê standin. Parêzer dibêjin ku wê li hemberî vê biryarê ji bo hevdîtina bi Ocalan re têkevin nava hewldanan.

Biryar ji bo girtiyên din jî derbas dibe ku li Îmraliyê dimînin.

Bi heman mijarî:

Wezîrê Dadê Bozdag derbarê rewşa Ocalan de daxuyanî da
Daxwaza parêzerên Ocalan careke din hat redkirin
Parêzerên Ocalan bi ‘daxwaza tedbîrê' serî li Dadgeha Bilind dan
Ji bo hevdîtina Ocalan serlêdan hate kirin
Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re careke din hate redkirin
Etîketan:
Rewşa Awarte, parêzer, Yekemîn Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, Buroya Hiqûqê ya Asrin, Abdullah Ocalan, Grava Îmraliyê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de