13:56 19 Hezîran 2018
Wezareta perwerdehiyê ya Tirkiyeyê

936 dibistanên taybet, 449 wargeh û 284 saziyên taybet jî tên girtin

© Foto: AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê muameleyên girtina 936 dibistanên taybet, 449 wargeh û 284 saziyên taybet bi rê ve dibe ku zik hev de dike 1669 saziyên perwerdehiyê.

Navenda Nûçeyan — Piştî hewldana derbeyê, xebata wezareta Tirkiyeyê li dijî dibistan, wargeh û saziyên perwerdehiyê yên girêdayî rêxistina FETOyê berdewam dikin.

Hat ragihandin ku çarçoveya tawanên li dijî makeqanûnê, muameleyên girtina 936 dibistanên taybet, 449 wargehên xwendekaran û 284 saziyên taybet ên perwerdehiyê ku tê îdiakirin bi rêxistina FETOyê ve girêdayî ne, bi rê ve diçin. Heta niha wezaretê talîmata nivîskê ji bo girtina 800 dibistanî şandiye.

BIRYARA GIRTINA HEMÛ DIBISTANAN

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê talîmat ji hemû gerînendeyên perwerdehiyê yên parêzgehan re şand ku dozgeriyê û wezaretê derbarê hemû dibistanên taybet, wargeh, etûtên xwendinê û kûrsên taybet agahdar bikin û hemû saziyên perwerdehiyê yên ji bilî dibistanan bigirin."

XWENDEKAR BI DEV JI WAN DIBISTANAN BERDIDIN

Herwiha hat ragihandin ku xwendekarên ku li van saziyan tên pwerdekirin, bi awayekî lezgîn dest ji wan berdidin.
Ji aliyekî din ve, ew xwendekarên ku dixwazin neqila xwe bibin dibistanên taybet, muamleyên wan rojane tên pêkanîn.

Bi heman mijarî:

Rûsya bertek da helwesta NATOyê ya li hember hewldana derbeya leşkerî
Piştî hewldana derbeya leşkerî operasyona hewayî ya yekemîn
Hewldana derbeya leşkerî û wêneyên ku di hêşê mirov de man
Li gorî Tirkiyeyê, li pişta derbeya leşkerî Misir û Îmarata Erebî heye
Rûsya: "Piştî hewldana derbeya leşkerî em tim bi Tirkiyeyê re di nava pêwendiyan de ne"
Hewldana derbeya leşkerî: 6 general hatin girtin
Etîketan:
girtina dibistanan, wargeh, dibistan, piştî hewldana derbeya leşkerî, hewldana derbeya leşkerî, Wezareta Perwerde ya Tirkiyê, FETO, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de