04:38 26 Sibat 2018
Zindî
    Efkan Ala

    Ala: "Em ê Fermandariya Cendirmeyan bi Wezareta Navxweyî ve girêdin"

    © Foto: AA/Okan Özer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Navxweyî Efkan Ala ragihand ku em ê eseh Fermandariya Cendirmeyan bi Wezareta Navxweyî ve girêdin.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Navxweyî Efkan Ala ragihand ku em ê eseh Fermandariya Cendirmeyan bi Wezareta Navxweyî ve girêdin. Ala, wê şevê ji Erziromê bi balafirê vedigeriyan Enqereyê, piştî balafira me li Balafirxaneya Esenbogayê daket parastvanê min got ez benî derbeya leşkerî dibe.

    Efkan Ala di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di wê navberê de Şêwirmendê MÎTê Hakan Fidan geriya û got ez benî derbeya leşkerî dibe û niha me bombe dikin. Em ji balafirê derketin û derbasî hûndirû bûn, li wir gelek nûçeyên cûrbicûr hebûn. Yawerê min ê cendirme jî li kêleka min bu, wî jî got vaye tank tên. Ez li serokomar geriyan, lê min xwe negihande wî. Min ji hêzên ewlehî re got li qadê bin û qet ji wir venekişin."

    Em ê pêşiyê li derbeyên leşkerî bibirin

    Ala di dirêjiya axaftina xwe de got: "Me li Balafirxaneya Esenbogayê baregehek ava kir û ji wir me bûyer birêve bir. Ji Meletiyê peyam şandine Amedê, gotine Efkan Ala ji Wanê tê F-16 daxînin Meletiyê. Sererkanî saet li 16.00an hatiye agahdarkirin û bergirî wergirtine. Lê divê ev hê zûtir bihata zanîn, xuyaye kelsiya îstîxbaratê heye. Divê ev binyadê bi halekî ava bikin ku êdî bes derbeyên leşkerî li Tirkiyeyê biqewimin."

    Wezîrê Navxweyî di dawiya axaftina xwe de got: "Me piştî 17 û 25ê Berfenbarê paketa ewlehî ya navxweyî çêkir. Wê demê me qismekî mezin ê Fermandariya Cendirmeyan bi Wezareta Navxweyî ve girêdabû. Xwezî me hemû girêdabûna."

     

    Bi heman mijarî:

    Efkan Ala: 26 şaredar ji wezîfeyê hatin dûrxistin
    Ala Afganistanê şibandin a PKKê û êrîşî 4 afganiyan kirin
    Ala Îsraîl û Amerikayê li Stenbolê hat şewitandin
    Wezîr Ala: nasnameya yekî ji xwekujeran eşkere bû
    Katalonî ji ber ku ala wan hate qedexekirin dê bi ala Îskoçyayê derkevin pêşbirkê
    Etîketan:
    Fermandariya Cendirmeyan bi Wezareta Navxweyî ve tê girêdan, Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê, Efkan Ala, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de