16:56 25 Hezîran 2018
Hewldan - teşebus - derbe - leşker

Ji Wezareta Pişesaziyê 560 karmend ji kar hatin dûrxistin

© AFP 2018/ OZAN KÖSE
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeya leşkerî de bi tohmeta ku endamê FETOyê ne 560 karmend ji Wezareta Teknolojî û Pişesaziyê ji kar hatin dûrxistin.

Enqere — Di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeya leşkerî de bi tohmeta ku endamê Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen in (FETO) 560 karmend ji saziyên navendî, bajar û navçeyan yên girêdayî Wezareta Teknolojî û Pişesaziyê ji kar hatin dûrxistin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de behsa hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê û girîngiya tekoşîna FETO/PDYê ya ji bo welat kir.

Wezareta Teknolojî û Pişesaziyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Di çarçoveya tekoşîna van xebatan de derheqê 560 karmendên ku di sazî û dezgehên girêdayî wezaretê kar dikin de lêpirsîn hat destpêkirin û ji kar hatin dûrxistin."

Di dirêjiya daxuyaniyê de hat gotin ku tekoşîna bi rêxistina terorîst re dê bi awayekî berfireh bidome.

Bi heman mijarî:

PE: Ji bo serbestiya vîzeyê nedin Tirkiyayê dengdayînek nû pêk tîne
Cem Ozdemir: Divê ji bo hatina Ewropayê rê li ber tirkên muxalif bê vekirin
Leşkerê ku ji Doza Balyozê 16 sal ceza xwaribû, bû Fermandarê Gruba Deryayî
Erdogan: Bila gel meşa xwe ya li hember derbeyê ranewestînin
Kurtulmuş: Wan dê Tirkiye ji dagirkirinê re amade bikira
Etîketan:
Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Wezareta Teknolojî û Pişesaziyê, Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen in (FETO), Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de