06:36 19 Sibat 2018
Zindî
    Ismail Beşikçi

    Ismail Beşikçi: Tiştekî şaş e ku kurd alaya Tirkiyeyê li ba bikin

    © Wikipedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Sosyolog Ismail Beşikçi hewldana derbeya û pêvajoya piştî wê nirxand û got, pêwîst e ku kurd li karên xwe binerin û ne tiştekî rast e ku alaya Tirkiyeyê li ba bikin û bibêjin, “em li dijî derbeyê ne û li aliyê hikûmetê ne”.

    Navenda Nûçeyan — Beşikçi derbarê hewldana derbeyê û pêvajoya li dû wê de axivî û got: "Helbet derbeya leşkerî xerab e. Divê mirov li dijî wê derkeve. Xerabtirîn birêveberiya sivîl ji birêveberiya derbeya leşkerî baştir e. Helbet ev wisa ye.

    Lê birêveberiya ku girseyê bi awayekî sîstematîk bi kar tîne ta ku fişarê li dijberiyê bike jî, ne birêveberiyeke baş e. Pêşiya derbeyê hatiye girtin lê ev ne di şêwazekê de ye ku demokrasiyê bîne û azadiyê li pêş xîne. Pêwîst e ku kurd li karên xwe binerin û ne tiştekî rast e ku alaya Tirkiyeyê li ba bikin û bibêjin, "em li dijî derbeyê ne û li aliyê hikûmetê ne".

    Herwiha Beşikçi derbarê referandûma serxwebûnê ya herêma Kurdistanê de axivî û wiha got:

    Tiştekî giring e ku mirov ji bo xwebirêveberiyê bixebite, ku zimanê kurdî di daîreyên fermî de bi kar bîne û di jiyana civakê de bijînine û birijdî bixwaze ku zarokên kurdan bi wî zimanî perwerde bibe. Divê mirov qet dest ji piştgiritina pêvajoya referandûma serxwebûna Kurdistanê bernede. Werqilandina lingê Barzanî yê pêvajoya serxwebûnê bi lêv dike, xafilî ye".

     

    Bi heman mijarî:

    Li Weqfa Beşikçi panela Barzanî
    Beşikçi: 'Kurd, kurdî û Kurdistan di xetereyê de ye'
    Mehmûd Osman: Divê referandûma serxwebûnê bi çavdêriya NYyî were pêkanîn
    Melayên Kurdistanê: 'Referandûma serxwebûna Kurdistanê erkeke olî û netewî ye'
    Amerîka derheqê referandûma Kurdistanê de nêrînên xwe eşkere kir
    ROJAVA - 'Referandûma serxwebûnê dê bandorê li tevahiya erdnîgariya kurdan bike'
    Etîketan:
    serxwebûn, referandûm, alaya Tirkiyeyê, Mesûd Barzanî, Îsmail Beşikçi, Kurdistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de