13:53 24 Hezîran 2018
Aykar Tekin

Leşkerê ku ji Doza Balyozê 16 sal ceza xwaribû, bû Fermandarê Gruba Deryayî

© Foto : DHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Fermandarê ku ji Doza Balyozê dihat darizandin û paşî serbest hat berdan mîralay Aykar Tekin, li Marmarisê bû Fermandarê Baregeha Deryayî ya Aksazê.

Navenda Nûçeyan — Fermandarê ku ji Doza Balyozê dihat darizandin û paşî serbest hat berdan mîralay Aykar Tekin, li navçeya Marmarisa Muglayê bû Fermandarê Baregeha Deryayî ya Aksazê.

Miralay Aykar Tekin, piştî ku ji Doza Balyozê 16 sal û 6 meh cezayê girtîgehê xwar û 3 sal û 6 mehan di girtîgehê de mabû serbes hatibû berdan û di Hezîrana 2014an de vegeriyabû wezîfeya xwe ya Fermandariya Hêza Deryayî.

Tekîn, piştî ku vegeriyabû wezîfeya xwe di xizmeta alîkar de bû, piştî hewldana derbeya leşkerî gazî wî kirin û ew kirin Fermandarê Grûba Wezîfeya Başûr a Baregeha Deryayî ya Aksazê. Tekin li Deryaya Ege û ya Spî wê ji hemû firqeteyn, botên êrişê, korvet û nokavan berpirsyar be.

Bi heman mijarî:

Leşkerên ku reviyabûn Yûnanîstanê bi dizî sewkî Atînayê kirin
Kurtulmuş: Wan dê Tirkiye ji dagirkirinê re amade bikira
Serfermandarî erkê dide fermandarên doza Balyozê
Li Încîrlikê elektrîk hat berdan
Dozgeriyê nasnameya Fuat Avni eşkere kir
Etîketan:
Gumanbarê Doza Balyozê, Fermandarê Grûba Wezîfeya Başûr a Baregeha Deryayî ya Aksazê, Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Aykar Tekin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de