21:03 21 Hezîran 2018
Recep Teyîp Erdogan

Erdogan: Bila gel meşa xwe ya li hember derbeyê ranewestînin

© Foto : DHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan destnîşan kir ku talûkeya derbeyê hêj bi dawî nebûye û em ê meş û çalakiyên xwe yên li hember derbekaran berdewam bikin.

Enqere — Erdogan îro piştî nimêja înê bang li gel kir û got: ‘Heta ku me bang nekir û negot bes e, dev ji meş û çalakiyan bernedin.'
Erdogan  diyar kir ku derbekaran bi  firokeyan, bi top û tankan bi ser gel de çûn lê li hember vîn û bertekên gel têk çûn.
Erdogan ji gel re got: ‘Wan bi dilê xwe yê reş êrişî ser we kirin, lê we bi dile xwe bi îman hemûyan têk birin, êrişên wan pûç kirin. Xweda ji we razî be. Heta ku em nebêjin bes divê gel dev ji meş û çalakiyan bernedin. Em ê bi yek bin, em ê xurt bin û bira bin. Em ê bi biratiya xwe bi ji nû ve bibin Tirkiye.'

Erdogan da zanîn ku ew li hember ti kesan serî natewînin û kesên xulamtiya mirovan dike îro li Pensîlvanyayê ye. Erdogan behsa Fethullah Gulen kir û eşkere kir ku ew bêrêz û bêhurmetekî mezin e û gel bi tevger û bertekên xwe  bersivek xweş da wî.
Erdogan da zanîn ku li hember lîstikan divê gel hevdu bigre û bibin yek. Erdogan di dawiya axaftina xwe de bo meş û çalakiyan spasiya xwe ji gel re kir.

Bi heman mijarî:

Esad: Erdogan derbeyê ji bo polîtîkayên xwe yên tundrew bi kar tîne
Misirê bersiv da: Erdogan dibe sedema aloziyan!
Pisporê Rûs: Balafira me ne Erdogan, vê çeteyê xist
Îfadeyên leşkerên li dijî Erdogan sûîqesd çêkirin, derket holê
Rûsya beriya derbeyê bi saetan Erdogan hişyar kir
Kremlînê di derbarê hevdîtina Pûtîn û Erdogan de daxuyanî da
Etîketan:
nimêja înê, derbekar, gel, akp, şer, meş, çalakî, daxuyanî, tayîp erdogan, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de