14:24 19 Sibat 2018
Zindî
    Dadgeh

    Doza pêşîn a Teqîna Gara Enqereyê di 7ê Mijdarê de ye

    © Flickr/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Doza pêşîn a teqîna Gara Enqereyê wê di 7ê Mijdara 2016ê de li 4emîn Dadgeha Giran a Enqereyê bê dîtin.

    Enqere — Di 10ê Cotmeha 2015ê de li ser banga Konfederasyona Sendîkayên Kedkaran (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirkiyê (TMMOB) û Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) li Enqereyê li ber Garê li hev kom bibûn. Li hemberî kesên li vir kom bibûn êrîşeke xwekujî pêk hatibû û di encamê de 101 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Derketibû holê ku kesên xwekuj DAIŞî ne.

    Piştî teqînê biryara veşartina dosyayê hate girtin. Li gorî nûçeya rojnameya Evrenselê doza destpêkê wê di 7ê Mijdarê de li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin. Di dosyayê de ji 37 bersûcan 14 kes wê weke failên sereke bên darizandin.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo êrîşkarên Gara Enqereyê 11.750 sal ceza hate xwestin
    Etîketan:
    Teqîna Gara Enqereyê, DAIŞ, Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirkiyê (TMMOB), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkaran (KESK), Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de