12:56 25 Hezîran 2018
Serfermandarî - artêşa tirk

Serfermandarî erkê dide fermandarên doza Balyozê

© Foto: AA/Özge Elif Kızıl
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serfermandariya Tirkiyê bi koda ‘lezgîn' bang li efseran kir ku ji ber dozên weke ‘Balyozê' û Sîxuriya Leşkerî' di girtîgehan de mane. Serfermandarî armanc dike ku van kesan li şuna wan fermandaran erkdar bike ku beşdarî hewldana derbeyê bûne.

Navenda Nûçeyan — Di encama hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de gelek fermandarên payebilind ên di Hêzên Bejayî, Behrê, Hewayî û yên Fermandariya Cendermeyan hatin desteserkirin. Ji ber vê jî di Artêşa Tirkiyê de gelek erk vala man.

Li gorî nûçeya rojnameya Milliyetê, Serfermandariya Tirkiyê biryar girt ku li şûna van kesên hatine desteserkirin, erkê bide fermandarên ji ber dozên weke ‘Balyoz'ê û ‘Sîxuriya Leşkerî' hatine girtin. Serfermadariyê bi vê armancê bi koda ‘lezgîn' gazî van kesan kir û erk da wan.

Nûçeya Milliyetê destnîşan dike ku kesên hatine erkdarkirin ev in: "Bulent Olcay bû Fermandarê Ewlekariya Peravê, Onder Çelebi bû Fermandarê Hêzê yê Wezîfeya Bejayî û Aykar Tekin jî bû Fermandarê Komê yê Wezîfê yê Başur. Serkanên Serheng Cem Okay û Yanki Bagcioglu jî di Fermandariya Hêzên Bejayî de li Serokatiya Tevgerê de anîn wezîfeyên girîng."

Hate aşkerekirin ku kesên navê wan derbas dibin dest bi wezîfeyê kirin. Heman kes di dozên weke ‘Balyozê' û ‘Sîxuriya Leşkerî' de bi cezayên giran hatibûn darizandin. Sedema darizandina van kesan ew bû ku dixwazin derbeyê di nava leşkeriyê de çêbikin. Piştî ku her yekî ji wan bi dehan salan ceza xwarin, Dadgeha Bilind a Tirkiyê biryar girtibû ku doza wan xerabibe û serbest bên berdan.

Çend roj berê fermandarê ku ji doza Balyozê ceza girtibû Abdullah Cuneyt Kusmez, li Dêrsimê hatibû wezîfedarkirin.

Bi heman mijarî:

Nasnameyên leşkerên reviyan Yûnanîstanê eşkere bûn
Serokwezîr Yildirim bi Serokê MHPê Baxçelî daxuyaniya hevpar da
Kalin: Ji ber êrîşa li hemberî Serokomar 14 kes hatin desteserkirin
Kûrtûlmûş: Ti keştiya leşkerî ya wenda tune ye
Hewldana derbeya leşkerî û wêneyên ku di hêşê mirov de man
Etîketan:
erkdarkirin, doza Sîxuriya Leşkerî, doza Balyozê, Serfermandariya Artêşa Tirkiyeyê, Abdullah Cuneyt Kusmez, Yanki Bagcioglu, Cem Okay, Aykar Tekin, Onder Çelebi, Bulent Olcay, Dêrsim, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de