02:10 26 Sibat 2018
Zindî
    Binali Yildirim

    Yildirim: "Xwe ji pişta van terorîstên ku bombeyan bi ser gel de dibarînin bidin alî"

    © Foto: AA/ Binnur Ege Gürün
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim serdana Navenda Hêza Taybet a Golbaşiya Enqereyê ku di hewldana derbeya leşkerî de hatibû bombekirin kir.

    Enqere — Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim serdana Navenda Hêza Taybet a Golbaşiya Enqereyê ku di hewldana derbeya leşkerî de hatibû bombekirin kir. Yildirim, terorîstan 43 lehengê me kuştin, bi tevahî 50 kuştiyên me hene.

    Binali Yildirim di axaftina xwe de got: "Kesên ku ji me delîlan dixwazin ez li ser navê gelê tirk vê dibêjim, ma ji vê mezintirîn delîl heye? Bes e li pişta van terorîstên ku bi helikopter û balafiran gelê xwe bombe dikin bisekinin. Îro îne, ev tam hefteyeke van xayînên ku xwestin Tirkiyeyê têxin kaosê qediya. Endamên Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO) ku cilên leşkeran li xwe kiribûn û li dijî îradeya gelê Tirkiyeyê bi ser xelkê de bombe barandin û li vir 43 lehengên me kuştin."

    Êrişî dilê Enqereyê kirin

    Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de got: "Berî niha me li guncalekê temaşe kir, helikopter bi tevahî hatiye rûxandin. Me li wir jî 7 kuştî dan û bi tevahî 50 kuştiyên me çêbûn li vir. Ez yeko yeko çavê hemûyan maçî dikim, ew qahremanê me bûn. Wan ji bo pêşeroja welat canê xwe da. Ji kerema xwe ka li vir temaşe bikin, ev der ne Sûriye û ne jî Filistîne, ev der dilê Enqereye û bi helîkopteran êrişî kesên ku welat diparastin kirin."

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîr Yildirim bi Serokê MHPê Baxçelî daxuyaniya hevpar da
    Yildirim: Hey xayinên FETOyî, qey we em çi dihesibandin?
    Ji Yildirim û Kiliçdaroglu daxuyaniya hevpar
    Yildirim: "Di hewldana derbeyê de heta niha 208 kuştiyên me hene"
    Serokwezir Yildirim: ‘Piştî teşebusa derbeyê bersiva Amerîkayê da'
    Etîketan:
    Endamên Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO), Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Navenda Hêza Taybet a Golbaşiya Enqereyê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de