16:53 19 Hezîran 2018
Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik

Bayik: Heta ku pirsa Kurd çareser nebe, derbe wê her tim hebin

© Foto: ANF
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Hevserokê Konseya Rêveberî ya KCKê Cemîl Bayik daxuyand ku ya rast Erdogan piştî hilbijartina 7ê Hezîranê pêvajoya derbeyê da destpêkirin û bi vî awayî xwest desthilatdariya xwe xurtir bike.

Navenda Nûçeyan — Cemîl Bayik ji bo MED NÛÇE TVyê axivî û got di 5ê Nîsana 2015a de Erdogan tecrîta li ser Ocalan da destpêkirin û bi Ergenekonê re lihevkir û bi vî awayî pêvajoyê derbeyê da destpêkirin. Bayik li ser derbeyê diyar kir ku cihên demokrasî, azadî û edalet lê tune bin, bûyerên wisa wek derbeyê wê her tim rû bidin û got heta ku pirsa Kurd çareser nebe, mekanîzmaya derbeyê wê her tim were xebitandin.

Bayik anî ziman ku şerê Kobanê ji aliyê Erdogan ve hat koordine kirin û got ji ber vê yekê Erdogan got "Kobanê ket, ha ket.' Di derbarê şer û pevçûnên li bajarên Kurdan jî Bayik diyar kir ku gava Erdogan û dewleta Tirkiyeyê dît ku Kobanê neket, di 30ê Cotmeha 2014a de di Lijneya Ewlehiyê ya Netewî ya Tirkiyeyê (LEN) de biryara şer girtin. Bayik li gel vê yekê behsa bûyera Serêkaniya Rihayê jî kir û got xwestin wê bûyerê têxin stuyê PKKê û bi vî awayî bibêjin PKKê pêvajoya çaereseriyê qedand û di ser vê yekê re jî şer û pevçûn plan kir.

Hevserokê KCKê îdia kir ku berê hilbijartina 7ê Hezîranê di navbera Erdogan û Ergenekonê ku herduyan lihev kiribûn, plan hatibû danîn. Li gorî Bayik plan ew bû nehêlin HDP di 7ê Hezîranê de têkeve Meclîsê û paşê bi riya leşkerî derbeyekê li PKKê bide û bi vî awayî PKKê ji holê rake. Bayik di daxuyaniya xwe de ragihand ku astengiyên herî mezin yên li pêş desthilatdariya Erdogan PKK û Kurd in.

Bayik dest nîşan kir ku yên ku Erdogan anîn desthilatdariyê Amerîka û NATO ye û got serdana Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî ji bo parastina berjewendiyên NATOyê bû.

Bi heman mijarî:

PKK: Ji ber ku pirsgirêka kurd nehate çareserkirin derbe çêbû
PKK li Wanê êrişî qerekola cendirmeyan kir
PKK: Şertên muzakereyê nemaye
KCK: PKK amade ye ku bi Pêşmerge re hêzeke hevbeş pêk bîne
Etîketan:
çareserî, derbe, pirsa kurd, Lijneya Ewlehiyê ya Netewî, NATO, Hevserokê Konseya Rêvebira Koma Civakên Kurdistanê, Angela Merkel, Cemîl Bayik, Recep Tayîp Erdogan, Kobanê, Almanya, Kurdistan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de