14:09 22 Hezîran 2018
Aydogan Vatandaş

Dozgeriyê nasnameya Fuat Avni eşkere kir

© Foto : facebook
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî Serdozgeriya Komarî ya Bakirkoyê Fuat Avni ne Emre Uslu û ne jî Mustafa Koçyigit e. Li gorî dozger Okan Ozsoy kesê ku hisabê Fuat Avni birêve dibe Aydogan Vatandaş e.

Navenda Nûçeyan — Dozgerê Komarî yê Bakirkoyê Okan Ozsoy dosyeya rêvebirê hisabê Fuat Avni û tîma wî temam kir û hûrgiliyên berfireh par vekirin. Li gorî rojnameya Starê, di çarçoveya parvekirina îstîxbaratê de FBIyê ragihand kesê ku hisabê Fuat Avni birêve dibe Aydogan Vatandaş e û li Amerîkayê dijî. Hat îdîakirin ku serê pêşî Sait Sefa hisav vekiriye piştî ku demekê ew hisab birêve biriye paşî dewrî Vatandaş kiriye.

Ji aliyê din ve Serokatiya Daîreya Îstîxbaratê li ser hisabê Avni lêkolîneke teknîkî kir û derket holê ku bi rastî jî yê ku vî hisabî bi rê ve dibe Aydogan Vatandaş e û car caran derbasî Tirkiyeyê jî bûye û li Tirkiyeyê jî ew hisab bi kar aniye. Vatandaş demekê di rojnameya Today's Zamanê de gotar jî nivîsan din û nûnerê Ajansa Nûçeyan A Cihanê yê New Yorkê bû.

Heta niha gelek caran navê kesên wekî Emre Uslu û Akif Mustafa Koçyigit ketibû rojevê ku hisabê Fuat Avni ew birêve dibin, lê hat îdîakirin ku Uslu û Koçyigit agahî û îstîxbaratê digihînin Vatandaş.

Bi heman mijarî:

Têkildarî hesabê 'Fuat Avni' 10 kes hatin desteserkirin
Canikli: "Bi awayekî cidî kêmasiya îstîxbaratê heye"
Şêwirmenda hiqûqî ya şaredariya Stenbolê bû endama şuraya dewletê
Wezîrê Dadê Bozdag derbarê rewşa Ocalan de daxuyanî da
Walîtiya Sêrtê: "Fermandarekî întihar kir"
Etîketan:
Nasnameya rêvebirê hisabê Fuat Avni eşkere bû, Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Akif Mustafa Koçyigit, Emre Uslu, Aydogan Vatandaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de