13:46 22 Hezîran 2018
PKK

PKK: Ji ber ku pirsgirêka kurd nehate çareserkirin derbe çêbû

© Sputnik / Cesîm îlhan
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

PKKê derbarê hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê de balê dikişîne ser pirsgirêka kurd û dibêje ku ji ber di pirsgirêka kurd de gav nehatin avêtin derbe li dû hev hatin.

Navenda Nûçeyan — Komîteya Rêvebiriya PKKê derbarê hewldana derbeyê û bûyerên li dû wê qewimîn de daxuyaniyek nivîskî belav kir. PKK diyar dike ku derbe li welatên ne demokratik çêdibin û ji berk u pirsgirêkên civakî, dîplomatîk, aborî û siyasî nayên çareserkirin, hin derdorên rêxistinkirî van pirsgirêkan dikin hincet û dixwazin derbeyan çêbikin.

Li gorî nûçeya di ANFê de belav bûye, PKK bingeha derketina pirsgirêkan, neçaserkirina pirsgirêka kurd dibîne û dibêje ku li Tirkiyê li ser kurdan polîtîkayên dagerker ên jenosaydî pêk tên. Ev jî dibe sedema ku olîgarşiya partiyên siyasî ji bo kurd jê fêdê nebînin, gavên demokratîkbûnê navêjin. Di encamê de Tirkiye nabe welatekî demokratik û ev jî ji bo derbeyan dibe bingeh.

PKK herwiha ragihandina Rewşa Awarte jî dinirxîne û wiha dibêje: "Ragihandina Rewşa Awarte ya ji hêla hikûmeta AKPê û dîktatoriya Erdogan ve ne helwesteke li dijî derbeyê ye. Lê bingeha derbeyan xurtir dike û tê wateya berdewamiya têgihiştin û sîstema siyasî. AKP û hevalbendên wê yên faşîst bi ragihandina Rewşa Awarte re hedef dike ku wêrankirina bajarên kurdan û polîtîkaya çewisandina li ser kurdan zêdetir bike."

Di daxuyaniya PKKê de bang li hêzên demorkasiyê tê kirin ku blokek demokrasiye li derdora bernameyek hevpar ava bikin. Dîsa tê gotin ku ew amadene ji bo çareseriya siyasî tevbigerin.

Bi heman mijarî:

Wezîrê Dadê Bozdag derbarê rewşa Ocalan de daxuyanî da
Ji bo Ocalan nameyeke gefxwarinê hatiye şandin
Mogherini: Divê Tirkiye zerarê nede maf û azadiyên bingehîn
Ji Çavuşoglu bo leşkerên derbekar ku reviyabûn Yûnanîstanê daxuyanî
Erdogan: "Hewldana derbeyeke nû mumkûn e"
Etîketan:
pirsgirêka kurd, hewldana derbeya leşkerî, Rewşa Awarte, AKP, ANF, PKK, Recep Tayyip Erdogan, Abdullah Ocalan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de