16:43 25 Hezîran 2018
DAIŞ

Terorîst cilên jinan lixwe dikin û ji Minbicê direvin

© REUTERS / Stringer
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, gelek terorîstên ku cilên jinan li xwe kiribûn û hewl didan ku birevin, girtin.

Minbic — Operasyona rizgarkirina Minbicê bi serkeftinan berdewam dike. Heta niha hema hema hemû deverên Minbicê hatin rizgarkirin û şervan niha dikin navendê rizgar bikin. Li gel van geşedanan bûyereke ecêb qewimî. Derket holê ku terorîstên DAIŞê yên ku li Minbicê hatine dorpêçkirin, bi rêbazeke ecêb dest bi revê kirine.

Li gorî  agahiyên li ser ANHAyê hatine belavkirin, piştî ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbeyên giran li terorîstan dan û hemû xetên wan ên parastinê şikandin, terorîst ketin nava tirseke mezin û hewl didin ku bi çi rengî be bila be, ji bajêr birevin.

Hate eşkerekirin ku terorîstên ku dixwazin ji bajêr birevin çerşefa reş li xwe dikin û li gel sivîlên ku direvin xwe digihînin herêmên rizgarkirî. Şervanên ku vê yekê ferq kirin li nava sivîlan dest bi kontrolan kirin û heta niha bi dehan terorîstên ku çerşefa reş li xwe kiribûn girtin.

Bi heman mijarî:

Minbic- 16 DAIŞî hatin kuştin
Minbic ji mayînan tê paqijkirin
Minbic piştî rizgar kirinê dê bi Federasyona Rojava ve bê girêdan
Li Minbicê 123 sivîl hatin rizgarkirin
Şervanekî amerîkî li Minbicê jiyana xwe ji dest da
Gelek çekên DAIŞê ketin destê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 48 saet mawe da DAIŞiyan
Etîketan:
çerşefa reş, minbic, daiş, rizgarkirin, pevçûn, şer, terorîst, rojava, sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de