13:58 18 Sibat 2018
Zindî
    Pokemon - Sûriye

    Zarokên Sûriyeyê jî dixwazin ew jî wek Pîkaçûyê bên dîtin

    © Foto: Twitter/MOUSTAFA JANO
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Lîstika “Pokemon Go” ya ku bi milyonan mirov didin pey, vê carê ji bo balkişandina ser zarokên Sûriyeyê hat bikaranîn ku ji sala 2011an de û heta niha di nav şerî de ne û mirov û civaka navdewletî “hînî” bnadora şerî li ser wan bûye.

    Navenda Nûçeyan — Nivîsgeha Medyaya Hêzên Şoreşvanên Sûriyeyê, ji bo balê bikişîne ser wan zarokên Sûriyeyê yên ku şerî bandor li wan kiriye, helmebteke balkêş da destpêkirin.

    ​Herwiha nivîsgeha şoreşvanan, helmeta xwe de lîstika Pokemon Goyê bi kar anî ku di vê dema dawî de bûye fenomenek û her kes li wan digere. Wêneyên ku ji bo helmetê hatin bikaranîn û di medyaya civakî ya wek Twitter û Facebookê de hat bikaranîn, yên zarokên Sûriyeyê ne ku wêneyê Pokemon di destê wan de ne û li ser hatiye nivîsîn, "ez li vir im, were min xelas bike".

    ​Ji aliyekî din ve, di wêneyên ku li çend bajarên Sûriyeyê hatine girtin de, zarokekî wêneyek rakiriye û wiha li ser hatiye nivîsîn, "ez ji çoltera Idlibê me, ji Kerfer Nebelê me. Werin min xelas bikin". Yekî din jî wiha nivîsiye, "ez ji Kefer Zeytê me. Werdin min xelas bikin".

    ​Herwiha bi hezaran bikarhênerên medyaya civakî di bin #PrayForSyria (Ji Sûriyeyê re dia bike) û #PokemonInSyria (Pokemon li Sûriyeyê) ew peyam parve kirin.

    NE POKEMEN GO LÊ SURIYE GO, NE POKEMON LÊ PIRTÛK

    Ji aliyekî din ve, grafîkçêkerê sûrî Seîd Tehhanî yê li Danîmarkayê dijî, ji bo balê bikişîne ser rewşa welatê xwe, Pokemon Go bi kar anî.

    ​Di wê lîstika ku navê wê kiriye Suriye Go, di şûna pokeman de xanî, pirtûk û pêdiviyên alîkariyê derdikevin.

    Bi heman mijarî:

    ILOyê ji bo zarokên Sûriyeyê banga lezgîn kir
    Zarokên Sûriyeyê li Tirkiyeyê cil û bergên DAIŞê çêdikin
    Dîroka civîna Sûriyeyê eşkere bû
    Dijberê Sûriyeyê bangî Hevpeymanê kir: Operasyonan rawestînin
    YE: Ji bo çareseriya Sûriyeyê, têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê gelekî giring in
    Hejmarê herêmên Sûriyeyê yên beşdarî agirbestê bûn 188
    Etîketan:
    pîkaçû, pokemon, zarok, Seîd Tehhan, Kefer Zeytê, Kefer Nebil, Idlib, Danemarka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de