13:44 24 Hezîran 2018
bekir bozdag

Wezîrê Dadê Bozdag derbarê rewşa Ocalan de daxuyanî da

© Foto : hürseda
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag derbarê rewşa Abdullah Ocalan de got ku ti pirsgirêka ewlekariyê û ti pirsgirêkên tenduristiyê nînin.

Navenda Nûçeyan — Bozdag di CNN Turkê de beşdarî programekê bû û derbarê bûyerên piştî hewldana derbeyê û ragihandina Rewşa Awarte de agahî da.

Li gorî van agahiyan wê dozên kesên hewldana derbeyê kirine li navçeya Sîncanê ya Enqereyê bê dîtin. Herweha wê dema desteserkirinê destpêkê 7 yan jî 8 roj bin.

Bozdag diyar kir ku hin leşkerên derbekar hatine desteserkirin lê ji bo hinkesan tê gotin ku reviyane ji derveyî welêt.

Abdullah Ocalan
© Foto : Yeni Özgür Politika
Bekir Bozdag li ser mijara îadekirina Fethullah Gulen de jî wiha axivî: "DYAyê ji bo girtina bilez ya Gulen de delîl xwest. Wezareta Dadê dê îro bişîne. Ji bo pêvajoya îadeya Gulen dibe ku ez bixwe biçim DYAyê. DYA di mijara îadeya Gulen de îro li noqteyek cuda ye. Hin nirxandinên erênî hene. DYA jî dizane ku ev hewldan bi fermana Fethullah Gulen çêbûye."

Bozdag herweha derbarê cezayê darvekirinê de aşkere kir ku wê binirxîn in, lê gavên pêwîst piştî van nirxandinan dê bên avîtin.

Wezîrê Dadê Bekir Bozdag ji bo nîqaşên li ser rewşa Abdullah Ocalan wiha axivî: "Îdiayên bi kuştina Ocalan re derxistina tevliheviya navxweyî tên. Hikûmeta me li wir tedbîr stand, li wir ti pirsgirêk nîne. Ne pirsgirêka ewlekariyê ne jî ya tenduristiyê nîne. Hin kes hene ku li ser medyaya civakî provokasyonê derdixin. Bila gelê me neye provokasyona."

Bi heman mijarî:

Walîtiya Sêrtê: "Fermandarekî întihar kir"
Mogherini: Divê Tirkiye zerarê nede maf û azadiyên bingehîn
Ji Çavuşoglu bo leşkerên derbekar ku reviyabûn Yûnanîstanê daxuyanî
Li bajarê kurdan jixwe rewş awarte ye!
Fermandarê Hêza duyemîn Huduti: "Paşa, ji mîralay ferman werdigirt"
Etîketan:
darvekirin, Rewşa Awarte, CNN Turk, Wezareta Dadê, Fethullah Gulen, Abdullah Ocalan, Bekir Bozdag, Sîncan, DYA, Enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de