19:16 23 Hezîran 2018
Abdullah Ocalan

Ji bo Ocalan nameyeke gefxwarinê hatiye şandin

© Foto : Yeni Özgür Politika
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Çetîn Arkaşê ku demekê li Girava Îmraliyê li Girtigeha Îmraliyê bi Serokê PKKê Abdûllah Ocalan re mabû, diyar kir ku carekê ji bo Ocalan nameyeke gefxwarinê û bêîmze hatibû şandin.

Navenda Nûçeyan — Çetîn Arkaşê li Girtigeha Tîpa L ya Sîlivriyê girtiye ji bo rojnameya Ozgur Gundemê nameyek nivisî û di nameyê de behsa nameyeke bêîmze ku ji bo Abdûllah Ocalan hatibû şandin kir. Arkaş di nivîsa xwe de anî ziman ku ew nameyeke bêîmze bû û ji bo gefxwarinê hatibû şandin.

Arkaş di nivîsa xwe de anî ziman ku naveroka wê nameyê wisa bû: "Heta niha di derbarê du kesan de pêşbiniyê min hebû, herduyan jî cihê xwe dît. Di derbarê te de texmîneke min heye. Di sala 2016an de tu yê bi awayekî xwezayî bimirî. Bêyî destê dewletê, bi temamî bi awayekî xwezayî tu yê bimirî. Erdogan şansekî baş bû, divê te ew binirxanda."

Arkaş dest nîşan kir ku ew name dema ku ew bi xwe jî li Girtigeha Îmraliyê dima, ji aliyê kesekî bi navê ‘medyûm' û ji Berlînê hatibû şandin û wisa got: "bi rastî ji Berlînê hatibû şandin an morek wisa hatibû amade kirin, ev hûrgilî ne. Serokatî naveroka nameye bi me re jî parve kir û tevlê Serokatî nêrîna me ya hevpar ew bû ku ev nameyeke gefxwarinê ye."

Herwiha Çetîn Arkaş ê ku bi qasî 9 meh û 10 rojan li Îmraliyê li cem Ocalan mabû, di nivîsa xwe de eşkere kir ku rewşa derveyê Îmraliyê çawa ye, rewşa Îmraliyê jî wisa ye û bibîr xist ku tenê nameyên girtgehan digihêje Ocalan, rêvebriya Îmraliyê nameyên ji derve tên, nadin Ocalan.

Bi heman mijarî:

Daxwaza parêzerên Ocalan careke din hat redkirin
Parêzerên Ocalan bi ‘daxwaza tedbîrê' serî li Dadgeha Bilind dan
Ji bo hevdîtina Ocalan serlêdan hate kirin
Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re careke din hate redkirin
Etîketan:
gefxwarin, name, şandin, Girtigeha Tîpa L ya Silîvriyê, Girtigeha Îmraliyê, Çetîn Arkaş, Abdulah Ocalan, Berlîn, Girava Îmraliyê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de