09:12 24 Sibat 2018
Zindî
    Mevlut Çavuşoglu

    Ji Çavuşoglu bo leşkerên derbekar ku reviyabûn Yûnanîstanê daxuyanî

    © Foto: AA/ Okan Özer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ji bo leşkerên derbekar ku reviyabûn Yûnanîstanê ragihand ku ev nakevin nava xeleka îltîcaya siyasî.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ji bo leşkerên derbekar ku reviyabûn Yûnanîstanê ragihand ku ev derbekar daxwaza mafê îltîcaya siyasi kirine, lê ev nakevin nava xeleka îltîcaya siyasî. Xwesteka me ji meqamên yûnanî ku bi me re hevkariyê bikin, adil bin û wan xayînan teslime bikin.

    Mevlut Çavuşoglu di axaftina xwe ya kanala TRTyê de got: "Piştî hewldana derbeya leşkerî hinek leşker reviyan Yûnanîstanê û daxwaza îltîcaya siyasî kirin, lê ev nakevin nava xeleka îltîcaya siyasî divê Yûnanîstan wan derbekaran dersînor bike."
    Divê destûr neyê dayîn ku Gulen here welatekî din

    Çavuşoglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji îadekirina Gulen divê hevalbendê me Amerîka hevkariyeke nêz bi me re bike, peşniyareke Amerîkayê ji bo vê mijarê ku komîsyonekê jî ava bike heye, em ji her tiştî re hene. Divê destûra çûna welatekî din neyê dayîn. Heke hûn bixwazin pêvajoya îadekirinê dirêj bikin, ev dê demeke dirêj bigire, lê ku hûn bi biryar bin wê di dema herî kin de encam bide."

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Çavuşoglu dîplomasiya hewldana derbeyê
    Tirkiye: Çavuşoglu negotiye, rêkeftineke nepenî di navbera me û Amerîkayê de heye
    Çavuşoglu: "Em dikarin Încîrlîkê ji Rûsyayê re vekin"
    Çavuşoglu gef li YPGê xwar
    Çavuşoglu: YE û Rûsya ne alternatîvên hev in
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Leşkerên derbekar ku reviyan Yûnanîstanê, Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de