02:05 26 Sibat 2018
Zindî
    Hewldana derbeya leşkerî

    Hikumet, wê dest deyne ser malên derbekaran

    © AP Photo/ Emrah Gurel
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku hetanî lêpirsîna hewldana derbeya leşkerî bidome dê hikumet dest deyne ser malê derbekaran û yê ku têkiliya bi rêxistinê re were dîtin dê be tezmînat ji kar were avêtin.

    Enqere — Li gorî nûçeya Nuray Babacana rojnamevana Hurriyetê ku dispêre çavkaniyên hikumetê, bergiriyên derbeyê pêşî di Desteya Ewlekariya Neteweyî de û paşî jî di Lijneya Wezîran de hat nirxandin û dê biryarnameyên di hiqmê qanûnê de têkevin jiyanê.

    Pergala cezayê bi qademe

    Li gorî nûçeya Hurriyetê, di sazî û dezgehên fermî de ji bo paqijkirina endam û dildarên cemaeta Gulen wê di pergala karmendan de guherîn were kirin û ji bo Rêxistina Terorî ya Fethullah Gulen (FETO) wê pergala cezayê bi qademe were kirin. Yên ku rasterast têkiliyan wan bi rêxistinê re hebe wê bêyî tezmînat ji kar werin avêtin û derheqê wan de jî lêpirsîn bê vekerin.

    Em tezmînatan ji derbekaran bistînin

    Wê di qada navneteweyî de kampanya werin destpêkirin û dê parlamento jî tevlî vê kampanyayê bibe û hewldana derbeya leşkerî were gotin. Wezîrê Dad û yê Derve dê herin Amerîkayê û ji bo îadekirina Fethullah Gulen wê mûxatabên xwe re hevdîtinan pêk bînin. Ji bo armanca bi kar anîna ‘Rewşa Awarte' dê xerentî were dayîn. Di vê navberê de di civîna Lijneya Wezîran de pêşniyara ‘em vê tezmînata kuştî û birîndaran ji derbekaran bistînin' hat axaftin.

    Bi heman mijarî:

    Rojnamevanê îtalî: Li Tirkiyeyê derbeya 'rastîn' niha tê jiyîn
    Zanyarê siyasetê yê almanî Liedtke: Hewldana derbeya leşkeri senaryo ye
    The Independent: Tirsa derbeya duyemîn ya Erdogan wê bibe sedema têkçûna artêş û Tirkiyeyê
    Piştî hewldana derbeya leşkerî operasyona hewayî ya yekemîn
    Li gorî Tirkiyeyê, li pişta derbeya leşkerî Misir û Îmarata Erebî heye
    Etîketan:
    Rêxistina Terorî ya Fethullah Gulen (FETO), Desteya Ewlekariya Neteweyî, Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Nuray Babacan, Fethullah Gulen, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de