23:53 22 Sibat 2018
Zindî
    li bajarên kurdan şer

    Li bajarê kurdan jixwe rewş awarte ye!

    © Sputnik/ O Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30

    Piştî Rewşa Awarte li seranserê Tirkiyeyê hat ragihandin, bala herkesî dîsa qulibî ser bajarên kurdan. Li gor hin pêşbiniyan dê li bajarên kurdanşer girantir bibe û li gor hinên din jî ji ber ku li bajarên kurdan jixwe ‘'rewşa Rewşa Awarte'' heye dê tiştek neguhere.

    Omer Faruk Baran

    Amed — Rewşa Awarte ya ku bi tirkî bi kurtneva OHALê tê zanîn bi daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan careke din li seranserê Tirkiyeyê ji bo sê mehan hat ragihandin. Rewşa Awarte cara yekem di sala 1987an de li 8 bajarên kurdan hatibû ragihandin û piştî Partiya Dad û Geşedanê (AKP) li Tirkiyeyê bibû îqtidar, di sala 2002yan de bi temamî hatibû rakirin.

    Siyasetmedar û hiqûqnas li ser vegera Rewşa Awarte ji Sputnik Kurdistanê re axivîn.

    "Mexdûr dê dîsa kurd bin''

    Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik got: ‘'Çi hewldana derbeya leşkerî çi jî ragihandina Rewşa Awarte, zelal dike ku sebeba esasî meseleya kurdan û mafên wan e. Heta ku di meseleya kurdan de gav neyên avêtin, li Tirkiyeyê dê her xeteriya derbeya leşkerî û Rewşa Awarte hebin. Mafên ku dê derbeya leşkerî ji dest me kurdan bistenda, dê niha Rewşa Awarte ji dest me bistîne. Mexdûr dê dîsa kurd bin.''

    "Bi Rewşa Awarte meseleya kurdan çareser nabe"

    Parlementerê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP)ê Îmam Taşçier jî diyar kir Rewşa Awarte dê şerê ku herêma kurdan heye girantir bike. Taşçier got: ‘'Bi Rewşa Awarte meseleya kurdan çareser nabe. Rewşa Awarte şerê ku ev salek e li bakurê Kurdistanê heye dê girantir bike. Ev rewş li seranserê Tirkiyeyê hat ragihandin, bes wê li aliyê Tirkiyeyê bi awayekî nerm dewam bike lê li bakurê Kurdistanê wê bi şid be. Daxwaziya me ew bû ku, hikûmet ne Rewşa Awarte lê pêvajoya aştiye ragihanda, Erdoğan sinyaleke wisa neda.''

    "Kuştin jixwe heye, operasyon jixwe heye"

    Serokê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Racî Bilîcî, destnîşan kir ku bi Rewşa Awarte dê li bajarên kurdan tiştek neguhere. Bilici got: ‘'Ma li bajarên kurdan wê çi biguhere bi Rewşa Awarte? Kuştin jixwe heye, operasyon jixwe heye, qedexeya derketina derve heye, desteserkirin heye. Di her sed metroyî de noqteyên kontrolê hene. Siyasetmederan jixwe digrin, dest datînin ser saziyên sivîl. Her tişt tê kirin jixwe, li vir wê tiştek neguhere. Belkî bi Rewşa Awartê insanên bajarên Tirkiyeyê, halê insanên bajarên kurdan baştir fehm bikin.''

     

    Bi heman mijarî:

    Amed ji Newrozê re amade ye!
    AMED - Newroza dîrokî bi sirûda neteweyî dest pê kir: Ey Reqîb!
    Li Amed, Dêrsim, Dîlok û Stenbolê 46 kes hatin girtin
    AMED - Li dijî wesayîta polêsan êriş: 7 kuştî, 27 kes birîndar bûn
    AMED - Parêzvanê Erdogan jî hatiye kuştin
    Etîketan:
    Serokê Komeleya Mafên Mirovan (İHD), Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Parlementerê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP), Racî Bilîcî, Îmam Taşçier, Mustafa Özçelik, amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de