22:54 25 Hezîran 2018
Ala Amerîkayê

Amerîka: Divê Tirkiye hêzên xwe ji Iraqê vekişine

© Flickr /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Balyozê Amerîka yê li Iraqê Stuart Jones da zanîn ku Amerîka vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji Iraqê, destek dike û da zanîn ku barageha Qeyara li dewsa barageha Incirlikê nayê bikaranîn.

Navenda Nûçeyan — Balyozê Amerîkî yê li Iraqê Stuart Jones di kongreya çapemeniyê de got:" Beriya niha jî me gotiye em bi serweriya Iraqê re ne". Jones da zanîn ku koalisyona navneteweyî li ser erêkirina hikûmeta Iraqê, xebatan dimeşîne.

Jones diyar kir ku hêzên Tirk ên li Iraqê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve nayêne destekkirin û destnîşan kir ku nerîna NY ew e ku hêzên Tirkiyeyê ji erdê Iraqê vekişin û diyar kir ku NY çareseriya diplomatîk destek dike.

Jones da zanîn ku barageha hewayî ya Qeyara ya li parêzgeha Neynewa ne elternetîfa barageha Incirlik a Tirkiyeyê ye. Jones ragihand ku barageha Qeyara dê ji bo rizgarkirina Mûsilê û destekdayîna madî, bê bikaranîn û got: "Barageha hewayî ya Qeyarayê ji aliyê hêzên Iraqê ve hatiye rizgarkirin, li şûna barageha Incirlikê nayê bikaranîn. Hêzên Amerîkî yên ku dê bigihêjin wir wê vê baragehê ji bo rizgarkirina Mûsilê ji bo destekdayîna madî bikar bînin. Hêzên Amerîkî yên ku dê derbasî Iraqê bibin ne şervan in, lê endezyar, lojistîk in.''

Bi heman mijarî:

Amerîka bangî PKKê kir
Amerîka ji bo derbeyê daxuyanî da: Tiştin nelirê û bêpîvan in
Amerîka: Hewldana derbeyê bo me bû sûprîz
Amerîka: Pêvajoya darizandinê divê çerçoveya makeqanûnê de pêk were
Amerîka: Êrîşên terorê li Ewropayê dê piştî vegera şervanên DAIŞê dê berdewam bikin
Etîketan:
tirk, neteweyên yekbûyî, Tirkiye, Stuart Jones, iraq, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de