03:37 19 Hezîran 2018
ENKS-Rojava

PDKSê bang kir: "Bila PYDê hemû girtiyên siyasî berde"

© Foto: Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Asayişa Kantona Efrînê ya Rojavayê berpirsekî pilebilind û çend endamên PDKSê piştî çend mehan berdan. PDKSê jî bang kir ku PYD hemû girtiyên siyasî bide berdanê"

Navenda Nûçeyan — Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (PDKS) di daxuyaniyekê de ragihand, îro Asayişa Efrînê li Rojavayê Kurdistanê, Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê Ebdurehman Apo û çend endamên din ên wê partiyê serbest berdan.

Li gorî daxuyaniya PDKSê, asayiş piştî derbasbûna 4 mehan bi ser girtina Ebdurehman Apo re, îro ew berdan.

PDKSê da xuyakirin, Asayişa Efrînê herwiha 3 hevalên din ên wan bi navê Filmez Osman, Cemalzade û Rênas Ebdurehman jî berdane.

Di beşeke din a daxuyaniyê de daxwaza demildest berdana 3 endamên din ên wê partiyê tê kirin, ku di girtîgehên Rojavayê Kurdistanê de ne.

PDKSê herwiha bang li rêxistin û saziyên navdewletî û Kurdistanî kir, ku guvaşên xwe li ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) zêde bikin, daku hemû girtiyên siyasî bên berdan.

 

 

Bi heman mijarî:

PDKS: Federalîzm Sûriyeyê perçe nake
PDKS: Şandeya Riyadê dê li ser perçekirina Sûriyê danûstandinê bike
Etîketan:
Asayişa Efrînê, PDKS, PYD, Rênas Ebdurehman, Filmez Osman, Ebdurehman Apo, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de