14:39 19 Sibat 2018
Zindî
    Adem Huduti

    Fermandarê Hêza duyemîn Huduti: "Paşa, ji mîralay ferman werdigirt"

    © Foto: AA/ Volkan Kaşik
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandarê Hêza Duyemîn Adem Huduti di îfadeya xwe ya dozgeriyê de gotiye, derbekaran ji min re gotin were tu bibe serokê me lê min ev pêşniyara wan qebûl nekir.

    Navenda Nûçeyan — Fermandarê Hêza Duyemîn Adem Huduti di îfadeya xwe ya dozgeriyê de gotiye, derbekaran ji min re gotin were tu bibe serokê me lê min ev pêşniyara wan qebûl nekir, sibeha 16ê Tîrmehê Sererkanê Giştî bi telefonê li min geriya û min hemû mijar jê re zelal kir.

    Min fermana bi cih neyinin da

    Li gorî İsmail Saymazê rojnameya Hurriyetê Adem Huduti di îfadeya xwe ya dozgeriyê de got: "Dema ku min li malê îstîrehet dikir kurê min Ersu pirsa gelo li Meletiyê tevgerek heye an na. Di vê navberê de li derî dan. Dema ku min derî vekir, general Mustafa Serdar Sevgili, Zekai Karataş û mîralay Bahadir Erdemli û yawerê min Serhat Kaya dîtin. Bahadir du dosya dirêjî min kir, yek jê devrkirina berpisryariyê bû ya din jî bo rêvebiriya awarte bû. li ser her du belgeyan jî min şerh avêt û min got ev tiştekî bêqanûniye.

    Demançeya kişand û gule da devê wê

    Huduti di berdewamiya îfradeya xwe de gotiye: "Di vê navberê de Bahadir demançe kişand û gule da devê wê, di nava wan de nîqaşeke mezin derdiket. Wê demê yawer û parastvanên min xwe avêtin ser wî û ew bê tesir kirin û paşî demançeya Sevgili jî bi zorê je standin. Me dixwest em wan qanih bikin, lewma li derve hemû nizamiye girtibûn û di nava artêşê de ketibûn çeperan. Min bi walî re 4 an jî 5 caran xeberda, min jê re got mûdaxele nekin ez ê yê hundir qanih bikim."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya bertek da helwesta NATOyê ya li hember hewldana derbeya leşkerî
    Rojnamevanê îtalî: Li Tirkiyeyê derbeya 'rastîn' niha tê jiyîn
    Zanyarê siyasetê yê almanî Liedtke: Hewldana derbeya leşkeri senaryo ye
    The Independent: Tirsa derbeya duyemîn ya Erdogan wê bibe sedema têkçûna artêş û Tirkiyeyê
    Serokê hewldana derbeya leşkerî Muharrem Kose ye
    Etîketan:
    Fermandarê Hêza Duyemîn, Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Mustafa Serdar Sevgili, Zekai Karataş, Bahadir Erdemli, Adem Huduti, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de