03:19 20 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

Erdogan: "Hewldana derbeyeke nû mumkûn e"

© Photo: REUTERS/Stringer
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di hevpeyvîna xwe ya ajansa Reutersê de ragihand ku mumkûn e hê jî hewldaneke derbeyeke nû pêk were.

Enqere — Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di hevpeyvîna xwe ya ajansa Reutersê de ragihand ku mumkûn e hê jî hewldaneke derbeyeke nû pêk were. Lê vê carê ev hewldan dê wekî ya din ne hêsan be û em tim amade ne, ji bo ku me gelek tişt ji vê hewldana derbeya leşkerî fêhm kir.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe de got: "Me ji bo 3 mehan Rewşa Awarte ragihand û ji bo ku em vê dirêj bikin tu astengî tunene. Heke di nava partiyên din de li hev hatinek pêk were mumkûn e guherîna Destûra Bingehîn bibe."

Ev nabe biryareke objektîf

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de rexne li şirketên pîleyên krediye yên navneteweyî girt û got: "Mijara daxistina pîleya S&P a Tirkiyeyê siyasiye û ev jî vê dide nîşandan ku S&P li kêleka derbekaran cih girtiye. Heke Moody's jî wekî biryara S&Pyê biryarê bide ev dê nebe biryareke objektîf."

10 hezar 400 kes hatine binçavkirin û 4 hezar 60 kes jî hatine girtin

Erdogan di dirêjiya axaftina xwe de got: "Di hewldana derbeya leşkerî ya 15 û 16ê Tîrmehê de 246 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 185 kes jî birîndar bûn. Ji hewldana derbeyî û heta niha 10 hezar 400 kes hatine binçavkirin, 4 hezar û 60 kes ku di nava wan de 103 general jî hene hatine girtin."

Bi heman mijarî:

Rûsya bertek da helwesta NATOyê ya li hember hewldana derbeya leşkerî
Rojnamevanê îtalî: Li Tirkiyeyê derbeya 'rastîn' niha tê jiyîn
Zanyarê siyasetê yê almanî Liedtke: Hewldana derbeya leşkeri senaryo ye
The Independent: Tirsa derbeya duyemîn ya Erdogan wê bibe sedema têkçûna artêş û Tirkiyeyê
Piştî hewldana derbeya leşkerî operasyona hewayî ya yekemîn
Etîketan:
Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de