03:15 24 Sibat 2018
Zindî
    Bajarê Helebê

    Şer û pevçûnên li Helebê de 28 sivîl jiyana xwe ji dest dan

    © AFP 2018/ ZEİN-AL-RİFAİ
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Şer û pevçûnên li bajarê Helebê ya di navbera komên çektar û Artêşa Sûriyayê de bi hemû dijwariya xwe dewam dikin. Hate ragihandin ku di şer de 9 ji wan zarok 28 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

    Heleb — Li gelek deverên Helebê di navbera komên çektar û Artêşa Sûriyayê şerên dijwar derketin. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin bidestxistin komên çekdar bi topan êrişî taxên Helebê kirine û di encamê de 9 ji wan zarok 28 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, bi dehan welatî jî birîndar bûne.

    Hate diyarkirin ku balafirên şer ên Sûriyayê hin gundên Helebê bombebaran kirine di encamê de jî gelek kes jiyana xwe ji dest dane.

    Kesên birîndar ji bo derman kirinê rakirine nexweşxaneyan.

    Bi heman mijarî:

    SOHR: "Li Heleb û Gûtayê herî kêm 80 kes hatin kuştin"
    HELEB - 24 saet 12 kuştî
    "Kurd ditirsin ku Heleb bibe navenda El Qaidê yê"
    Esad: Heleb Stalingrada me ye
    Etîketan:
    balafir, êriş, top, zarok, sivîl, pevçûn, şer, Heleb, Sûriya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de