18:04 21 Sibat 2018
Zindî
    Polêsen Îsraîl

    Îsraîl li Qudsê 290 avahiyên nû lê dike

    © Foto: AFP 2015/ JAAFAR ASHTIYEH
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku dewleta Îsrailê li bajarê Qudisê, di çarçoveya projeya jîngeheke nû de 290 avahiyên nû çêdike.

    Quds — Li gorî agahiyên herêmî, İsraîlê bi greyderan dest bi xebata kolandinê li herêma Kerm El-Muftiyê ya girêdayî taxa Şêx Cerahî kiriye.

    Hat ragihandin ku ev avahî dê ji du qatan pêk werin û dê ji bo akinciyên cihû bên çêkirin. Herwiha li ser lewheya ku li ber cihê înşaatê hatiye hilawistin, hatiye nivîsin ku ev înşaat li gorî qanûna 5an a madeya 7an û ya tarîxa 1965an ku hejmara wê 4329 e, ji bo dabînkirina pêdiviyên gelî tên çêkirin.

    Ji aliyekî din ve, berfirehiya jîngeha ku Îsraîl li Qudisê çêdike, ji 11 hektaran buhiriye û 269 hezar û 996 cihû li wan jîngehan hatine bicihkirin

    Bi heman mijarî:

    “Îsraîl ji bo vegerandina milkên cihûyan, rêkeftinên nepenî bi rê ve dibe”
    Ala Îsraîl û Amerikayê li Stenbolê hat şewitandin
    Serokê IHH: "Em şaş bûn, hem abluqa ranebû û hem jî Îsraîl bi qezenç derket"
    Etîketan:
    hektar, agahî, avahî, Quds, Israîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de