00:25 19 Hezîran 2018
Akademîsyen

10 ‘Akademîsyenên Aştîxwaz' ji kar hatin dûrxistin

© DHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

17 akademîsyenên Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê (YYU)di çarçoveya li hemberî rêxistina FETO/PDYyê de ji kar hatin dûrxistin.

Wan — Rektoriya Zanîngeha Yuzuncu Yil ê bi gumana ku têkiliya wan bi rêxistina FETOyê re heye 7 akademîsyen ji kar dûrxist û derbarê wan de lêpirsîn vekir. Heman rektoriyê herwiha 10 akademîsyenên ku îmze dabûn kampanyeya belavoka kampanyeya ‘Akademîsyenên Aştîxwaz' jî, ji kar dûr xist. Rektor Prof. Dr. Peyami Battal, got: "Di dema ku xebatên derbarê pêşketinên Tirkiyê dihejînin de, em jî ketin nava hin livûtevgeran. Heta niha 4 profesor, 2 doçent û yek jî alîkarê doçent bi gumana ku têkiliya wan bi FETOyê re hebin ji kar hatin dûrxistin û lêpirsîn derbarê wan de hate vekirin."

Battal herwiha derbarê kesên di çarçoveya kampanyeya ‘Akademîsyenên ji bo Aştiyê' de hatine avêtin jî axivî û diyar kir ku em dixwazin hesasiyeta me ya derbarê yekîtiya parçenebûna welatê me de jî bê zanîn.

Bi heman mijarî:

Rûsya bertek da helwesta NATOyê ya li hember hewldana derbeya leşkerî
Rojnamevanê îtalî: Li Tirkiyeyê derbeya 'rastîn' niha tê jiyîn
Zanyarê siyasetê yê almanî Liedtke: Hewldana derbeya leşkeri senaryo ye
The Independent: Tirsa derbeya duyemîn ya Erdogan wê bibe sedema têkçûna artêş û Tirkiyeyê
Piştî hewldana derbeya leşkerî operasyona hewayî ya yekemîn
Etîketan:
Akademisyenên Aştîxwaz, Zanîngeha Wan Yuzuncuyilê, Prof. Dr. Peyami Battal, Wan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de