18:08 24 Hezîran 2018
beşar Esad - Serokê Sûriyeyê

Esad: Erdogan derbeyê ji bo polîtîkayên xwe yên tundrew bi kar tîne

© AP Photo /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Sûriyeyê Beşar Esadî di hevpeyvînekê de bi Prensa Latinayê re, got ku Erdogana hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Temûzê ji bo pêkanîna polîtkayên xwe yên tundrew bi kar tîne.

Navenda Nûçeyan — Serokê Sûriyeyê derbarê hewldaana derbeya leşkerî li Tirkiyeyê de, bal kişand serê yekê ku tiştê ji hewldanê giringtir, ew kiryar û tişt in ên ku Erdogan û alîgirên wî piştî wê kirine ku ew ji bo pêkanîna ajendeyên xwe bi kar anîne û ew jî ajendeyên ixwan muslimîn(birayên misilman) e ku ew jî him li ser Tirkiyeyê û him jî li ser dewletên cîran xeter e.
Herwiha Esadî wiha dewam kir: "Gelo çi têkiliya zanîngeh, dadwer û civaka sivîl bi derbeyê heye? Desthilata Tirkiyeyê, êrîş bir ser dadweran û 2700 dadwer, 1500 mamosteyên zanîngehan û bêtir 15000 karmendî ji kar derxistin.
Esadî teqez dike ku ev kiryar û bûyer bi giştî niyet û armancên xerab ên Erdoganî diyar dikin, ji ber ku hîn lêpirsîn xelas nebûye lê wî çû evqas kes ji kar derxistin.

Bi heman mijarî:

Esad: "Têkiliya min û Pûtîn ji dil e, ew mirovekî durist e"
Esad sedema terora li Ewrûpayê vegot
Dibe Tirkiya rêwebiriya bihurbar ya Esad pesind bike
Beşar Esad hikumeta nû daxuyand
Esad: Divê her komên muxalif weke rêxistina terorê neyê dîtin
Etîketan:
têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê, tirk, ereb, ixwan muslimîn, Beşar Esad, Recep Tayyip Erdogan, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de