06:47 19 Sibat 2018
Zindî
    Piştî Hewldana Derbeya Leşkerî  li Tirkiyeyê, wêneyên Erdoganî bi tankan ve hatin hilawestin.

    ‘Ragihandina Rewşa Awarte xizmeta derbekaran dike'

    © REUTERS/ BAZ RATNER
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Omer Guneş, daxuyand ku ragihandina Rewşa Awarte xizmeta derbekaran dike.

    Navenda nûçeyan — Guneş derbarê hewldana derbeya leşkerî û encamên wê hevpevvînek da ANFê û diyar kir ku ragihandina Rewşa Awarte xizmeta derbekaran dike.

    Guneş eşkere kir ku leşkeran xwest ku hikumetê têk bibin lê hemû kes li hember vê hewldana leşkeran bertekeke mezin da. Lewma jî ne hewce bû ku Rewşa Awarte bê ragihandin. Lewra ragihandina Rewşa Awarte xizmeta armanca derbekaran dike.
    Guneş ragihandina Rewşa Awarte wek kiryareke ‘keyfî' binav kir û destnîşankir ku hikumet bi saya rewşa navborî dê gelek daxwazên xwe bîne cih.

    'REWŞA AWARTE NE BO DEMEKÊ YE'
    Guneş got di dema Rewşa Awarte rayeyên polêsan hatin berfirehkirin û walî û qeymeqam dê bikaribin qedexeya derketina derve ragihînin. Hate destnîşankirin ku zext û sansûrên li ser çapemeniyê jî dê berdewam bike û gelek kom û komele jî bêne girtin.
    Guneş amaje kir ku Rewşa Awarte ne bo demeke bihurbar hatiye ragihandin û wê demeke dirêj berdewam bike.
    Guneş di dawiya axaftina xwe wiha pê de çû: ‘Tirkiye jixwe ne welatekî demokratîk bû tenê wisa xuya dikir, ji ber wan bûyeran êdî ew xuyakirin jî bi temamî ji holê rabû. Îro hiqûq di destê îradeyê de berhev bûye. Kiryarên îradeyê wê wek qanûnê têsîrê li ser jiyana me bike.'

    Bi heman mijarî:

    Bilgenê HDPyî ji bo Rewşa Awarte: Derbekeran jî dê heman tişt bikira
    Elewî derbarê Rewşa Awarte de helwesta xwe diyar dikin
    Biryara Rewşa Awarte ya li seranserê Tirkiyeyê di Rojnameya Fermî de derket
    Îlan kirina rewşa awarte li gorî qanûna bingehîne
    Li Emniyeta Stenbolê rewşa awarte
    Etîketan:
    raye, hewldana derbeya leşkerî, hiqûq, erdogan, polês, rewşa awarte, ohd, Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz, omer guneş, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de