06:55 19 Sibat 2018
Zindî
    Türkiye'de darbe girişimi

    Pisporê Rûs: Balafira me ne Erdogan, vê çeteyê xist

    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Rojnamegerê Rûs ê navdar û pisporê Rojhilata Navîn Maksîm Şevçenko got li Tirkiyeyê bi saya qehremaniya gel hewldana derbeya faşist biser neket. Li gorî Şevçenko pîlotên emdamên vê çeteye balafira şer a Rûs xistiye.

    Navenda Nûçeyan — Şevçenko ji bo Sputnikê axivî û got "navê vê yekê hewldana derbeya faşist e. Hewldana derbeyê bi saya qehremaniya gelê Tirkiyeyê biser neket. Alîgirên Serokomar Recep Tayîp Erdogan, heta kesên ku li Geziyê ew protesto kirin jî derketin kolanan û pêşiya hewldana derbeyê ya faşist girt."

    'HAYA NATO Û AMERÎKAYÊ Jİ BÛYERÊ HEBÛ'

    Şevçenko îdia kir ku haya NATOyê ji van bûyeran hebû û got "haya NATOyê ji bûyerê hebû. Hêzên Hewayî yên Tirkiyeyê gava ku balafirên şer û helîkopter ji bo derbeyê bikar anîn teqez ji NATOyê û Amerîkayê piştgiriya teknolojik girtiye. Baregeha Încîrlîkê jî ji bo hewldana derbeyê hatiye bi kar anîn. Ma hîç haya Washingtonê jê çê nebû? Haya Amerîka ji bûyerê hebû."

    Pisporê Rûs ji ber bêdengiya welatên Rojava ya li hemberî hewldana derbeyê, rexneyên giran li welatên Rojava jî girt û got "tene Rûsyayê piştgiriya Erdogan û desthilatdariya meşrû kir. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi taybetî li Erdogan geriya û piştgiriya wî kir."

    Herî dawiyê Şevçenko diyar kir ku "pîlotên ku balafira şer aRûsyayê xistin jî endamên vê çeteye bûn. Bêguman Erdogan wê demê nizanîbû. Lê niha tê fêm kirin. Van pîlotan balafira me xist û peywendiyên dualî xera kirin."

    Bi heman mijarî:

    4500 tûrîstên Rûs ên li Tirkiyeyê vegeriyan welatên xwe
    Parlementerê rûs: Bila Tirkiye ji NATOyê veqete
    Piştî hewldana derbeyê welatiyên rûs ên li Tirkiyê vedigerin
    ‘Şandeya tirk û rûs wê têkiliyên her du dewletan û pirsgirêkên herêmî nîqaş bikin'
    Etîketan:
    endamên çeteyê, hewldana derbeya leşkerî, pîlot, Ajansa Sputnikê, Baregeha Încîrlîkê, NATO, Maksîm Şevçenko, Recep Tayîp Erdogan, Tirkiye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de