00:29 19 Sibat 2018
Zindî
    bekir bozdag

    Bozdag: Hewldana derbeyê bi fermana Fethûllah Gulen çêbû

    © Foto: hürseda
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Lijneya Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê hevdîtina biryara Rewşa Awarte dest pê kir. Li ser navê hikumetê cara pêşîn Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag daxuyanî da. Bozdag di axaftina xwe de got "hewldana derbeyê bi fermana Fethûllah Gulen çêbû."

    Navenda Nûçeyan — Bozdag li Lijneya Giştî ya Meclîsê axivî û diyar kir ku ji bo hewldana derbeyê dubare neke û hemû unsûrên rêxistina terorê were paqijkirin biryar hatiye girtin.
    Bozdag anî ziman ku van kesan Xwedê dixapînin wê çawa me nexapînin. Loma divê herkes li dijî van têbikoşe û eşkere tê xuya ku pêwistî bi girtina biryara Rewşa Awarte û pêkanîna wê heye.

    Wezîrê Dadê Bozdag di daxuyaniya xwe de ragihand ku ev biryara Rewşa Awarte li dijî gel nehatiye girtin. Dewletê li dijî xwe biryara Rewşa Awarte girtiye. Li gel vê yekê Bozdag dest nîşan kir ku ev ne biryara Îdareya Orfî ye, rêveberiya sivîl li ser kar e û erkên waliyan tê zêde kirin.

    Herwiha Bozdag got Rewşa Awarte wê ti bandoreke neyênî li faliyetên aborî û çandî neke û di jiyana rojane ya welatiyên me de wê ti guhertinên awarte çê nebin. Bozdag di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku wê hinek biryarnameyên di hukmê qanûnê de ne, bigirin û got li holê agirek heye, em dixwazin tavilê vî agirî bitefînin.

    Herî dawiyê Bozdag îdia kir ku ev biryara Rewşa Awarte ji bo êrîşên li dijî demokrasi û îradeya gel were berteraf kirin, hatiye girtin.

    Bi heman mijarî:

    Gulen: Haya min jê tine bê kî li dû derbeyê ye
    Fethullah Gulen derhekê hewldana derbeyê de daxuyaniyek da
    Rûsya: Bi Cimaeta Gulen re ti peywendiyên me tune ye
    Ji dadgeha Amerîkayê biryara Fethullah Gulen
    Etîketan:
    rêxistina terorê, çêbûn, hewldana derbeya leşkerî, ferman, Meclîsa Tirkiyeyê, Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê, Fethûllah Gulen, Bekîr Bozdag
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de