03:24 19 Hezîran 2018
polês-êriş

'Li Trabzonê 11 polês hatin kuştin'

© Foto: politikyol.com
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG), êrişa ku li 19ê Tîrmehê li Trabzonê li hember polêsan hatibû kirin, girte serxwe û eşkere kir ku di encama êrişê de 11 polês hatine kuştin.

Navenda nûçeyan — Fermandariya Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) bi daxuyaniyeke nivîskî êrişa di 19ê Tîrmehê li dijî polêsan hate kirin girte serxwe. Di daxuyaniyê de tê gotin ku êriş di 19ê Tîrmehê dora saet 08:30an li navçeya Maçka yaTrabzonê li hember polêsan hatiye kirin.
Di dema êrişê de 15 polês hatine gulereşandin û di encamê de 11 ji wan jiyana xwe ji dest dane. Herwiha tê gotin ku di heman demê de êriş bi ser Avahiya Ewlehiyê jî hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de tê eşkerekirin ku çalakî bi sedema salvegera ‘Qirkirina Pirsûsûsê' hatiye kirin.

 

Bi heman mijarî:

Li dijî qerekola jendirmayan êriş: 2 leşker birîndar bûn
Li Çelêya Colemêrgê êriş li kovoya leşkerî pêk hat
Li navçeya Şemzînanê li dijî wesayîta leşkerî êriş pêk hat
Li navçeya Şemzînanê li dijî wesayîta leşkerî êriş: 5 kuştî
Li Dêrsimê li dijî wesayîta leşkerên Tirkiyeyê êriş
Etîketan:
trabzon, maçka, gulereşandin, polês, êriş, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de