01:53 25 Hezîran 2018
Sivas 5. Piyade Er Eğitim Tugayı ve Garnizon Komutanı Tuğgeneral Fatih Celaleddin Sağır

General îtîraf kir: Min 10 salan xizmeta cimaetê kir

© Foto : Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Fermandarê Garnîzon û 5emîn Lîwaya Perwerdehiyê ya Piyadeya Sêwazê Tûxgeneral Fatîh Celaleddîn Sagir îtîraf kir ku têkiliya wî bi cimaetê re heye.

Navenda Nûçeyan — Sagir di îfadeya xwe de got "di navbera salên 1988-1992an de ez ji nêz ve bi cimaetê re têkildar bûm. Di vê pêvajoyê de diçûm malên wan, tevlê civînan dibûm. Bi qasî 10 salan di xizmeta cimaetê de bûm. Piştî sala 2007a bi taybetî piştî operasyonên Balyoz û Ergenekonê ez ji cimaetê dûr ketim."

Tûxgeneral Sagir diyar kir ku fermana di derbarê derbeyê de wek fermaneke beredayî dît û loma ew fermana bicih neanî, ji ber bombekirinan jî pir xemgîn e.

Tê gotin ku Sagir piştî dewpêka hewldana derbeyê di derengiya şevê de çûye walîtiya Sêwazê û şev bi Waliyê Sêwazê Davût Gul re derbas kiriye. Li gorî agahiyan ger ku hewldana derbeyê biser biketa Sagir wê wek Fermandarê Îdareya Orfî yê Sêwazê bihata tayin kirin.

Bi heman mijarî:

‘Bila hewldana derbeyê bibe wesîleya rûpeleke nû'
Hewldana derbeyê eşkere eşkere çêbû
“Hewldana derbeyê, hêza Erdoganî zêde kir”
Piştî hewldana derbeyê, hevdîtinên girtiyan tê astengkirin
Etîketan:
hewldana derbeya leşkerî, ferman, cimaet, xizmet, îtîraf, Fermandarê Îdareya Orfî, Walitiya Sêwasê, Davût Gul, Fatîh Celaleddîn Sagir, Sêwas
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de