18:55 25 Hezîran 2018
Berava Konyaaltiyê ya Antalyayê ku her salê bi hezaran tûrîst tênê, vala ye.

4500 tûrîstên Rûs ên li Tirkiyeyê vegeriyan welatên xwe

© Foto : DHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Hat diyar kirin ku piştî hewldana derbeyê ya biserneketî 4500 tûrîstên Rûs ên li Tirkiyeyê vegeriyan welatên xwe.

Navenda Nûçeyan — Çavkaniyeke şîrketên hewayî ji bo Sputnikê ragihand ku tûrîstên rûs him bi balafirên şîrketa Aeroflot him jî bi balafirên şîrket ên Tirkiyeyê şûnde vedigerin welatên xwe. Heman çavkaniyê diyar kir ku piştî derbeyê ji Tirkiyeyê ji bo Rûsyayê bi tevahî 55 sefer çêbûn û got di seferan de rayedarên balyozxaneyên bi tûrîstan re diçin.

Tê zanîn ku piştî hewldana derbeyê ajansa hewayî ya federala Rûsyayê Rosavîatsiya ji bo welatiyên Rûsyayê seferên Tirkiyeyê qedexe kiribû. Ji ber vê yekê şîrketa hewayî ya netewî ya Rûsyayê Aeroflot ji bo welatiyên Rûsyayê firotina bilêtên Tirkiyeyê asteng kiribû.

Bi heman mijarî:

Piştî hewldana derbeyê welatiyên rûs ên li Tirkiyê vedigerin
Parlementerê rûs: Bila Tirkiye ji NATOyê veqete
Dîroka hevdîtina wezîrên enerjî yên Rûs û Tirk diyar bû
Etîketan:
rayedarên balyozxaneyê, sefer, hewldana derbeya leşkerî, tûrîstên Rûs, veger, Ajansa Sputnikê, Rosavîatsiya, Aeroflot, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de