21:15 18 Sibat 2018
Zindî
    Komeke nivîskar, rojnameger û akademisyen li hemberî hewldana derbeyê civîn lidar xist

    ‘Şer bingeha derbeyê çêdike'

    © Foto:
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komeke nivîskar, rojnameger û akademisyen derbarê hewldana derbeyê û bûyerên piştî wê de diyar kirin ku, derbekaran her wext hêza xwe ji polîtîkayên şer girtine ku di pirsgirêka kurd de di dewrê de ye.

    Stenbol — Koma ku li hemberî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê derdikevin li Stenbolê li Salona Cezayirê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Li ser navê komê çalakvan Yildiz Onen daxuyaniya nivîskî xwend. Daxuyanî balê dikişîne ser hewldana derbeyê û dinirxîne ku hewldan ji hêla kesên derketine kolanan ve hatiye sekinandin.

    Di daxuyaniya komê de derbarê pêvajoya çareseriyê de nirxandin tê kirin û wiha tê gotin: "Em baş dizanin ku di rojê çareseriya pirsgirêkê ya du salan berdewam kir de cuntayek di nava leşkeriyê de nekarîbû hewldaneke wisa bike. Em baş dizanin ku derbekar her wext hêza xwe ji polîtîkayên şer girtine ku di pirsgirêka kurd de di dewrê de ye."

    Daxuyanî herwiha diyar dike ku şerê li bajarên kurdan bingeha birêxistiniyê ji derbekaran re çêkiriye û dibêje ku me ‘derbe sekinandin û em dikarin aştiyê jî bînin'.

    Di civînê de her wiha parlamenterê berê Ufuk Uras, berdevkê DSİPê Şenol Karakaş, reqsvan Zeyneb Tanbay û nivîskar Kelemet Çigdem Turk jî derbarê hewldana derbeyê de nêrînên xwe anîn ziman.

    Kesên ku îmze avêtin bin daxuyaniyê ev in:

    Ali Baydaş, Atilla Dirim, Berkay Bağcı, Burak Kalpaklıoğlu, Cafer Solgun, Can Irmak Özinanır, Celal İnal, Çağla Oflas, Dilaver Demirağ, Esra Argış, Faruk Sevim, Fatma Bostan Ünsal, Ferda Keskin, Ferhat Kentel, Funda Ata, Füsun Şeker,

    Giray Köprülü, Gül Dönmez, Hakan Tahmaz, Halil İbrahim Yenigün, Hasan Fehmi Özer, Hasan Uyar, Helin Alp, İbrahim Sediyani, İdil Ügüt, İslam Özkan, İsmail Çapar, Jale Mildanoğlu, Jülide Tunakan, Kelemet Çiğdem Türk, Kemal Başak,

    Kerem Kabadayı, Korhan Gümüş, Kuban Kural, Levent Şensever, Mehmet Arif Koçer, Meltem Oral, Mine Atafırat, Murat Çelikkan, Murat Erkman, Murat Çağlar Kavaklı, Nazif Kapusuz, Nebiye Arı, Necdet Kılıç, Nil Mutluer, Nuran Yüce,

    Ozan Ekin Gökşin, Ozan Tekin, Pakrat Estukyan, Perihan Bolat, Reha Ruhavioğlu, Roni Margulies, Sennur Baybuğa, Serhat Özdili, Serkan Akyıldırım, Sıdıka Çetin, Sibel Erduman, Sinan Kurban, Sinan Özbek, Soner Dinçsoy, Süphan Erkan,

    Şenol Karakaş, Şevki Evrendilek, Tatyos Bebek, Tolga Tüzün, Turgay Oğur, Ufuk Uras, Volkan Akyıldırım, Yasin Altıntaş, Yıldız Önen, Zeynep Tanbay

    Bi heman mijarî:

    HDP: Çareserî ne Rewşa Awarte ye, demokrasî ye
    Bilgenê HDPyî ji bo Rewşa Awarte: Derbekeran jî dê heman tişt bikira
    Elewî derbarê Rewşa Awarte de helwesta xwe diyar dikin
    Yalçin Akdogan: Min destnimêj girt û min çekên xwe hilda
    Li Tirkiyeyê 3 mehan OHAL hat ragihandin
    Etîketan:
    hewldana derbeya leşkerî, DSIP, Kelemet Çigdem Turk, Zeyneb Tanbay, Şenol Karakaş, Ufuk Uras, Yildiz Onen, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de